Şêniyên Hesekê: Dê têkoşîna me heta têkbirina terora dewleta Tirk bidom e

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê vê sibehê meşiyan da ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin. Şêniyan got: “Em xak û gelê xwe bernadin û dê heta têkbirina terora dewleta Tirk tê bikoşîn.”

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê li Qada Çarxeriya El-Sebax a bakur bajêr kom bûn ku beşdarî meşa şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker a bi diruşma "Xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bibe goristana Erdogan û DAIŞ’ê", bibin

Meş ji Çarxeriya El-Sebax dest pê kir û li kolanên sereke yên bajêr berdewam kir. Meşvanan al û pankartên bi navîsên"Divê NY’yê aştî û ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîn", "Silavkirina berxwedana Rojava û silavkirina berxwedana QSD’ê" berz dan û berê xwe da Çarxeriya Agirkujiyê ya li naverasta bajêr.

Di meşê de ajansa me ANHA’yê nêrînên beşdaran girtin ku li hember tevahî êrîşan li ber xwe didin. Teslîmkariyê qebûl nakin, xaka xwe bernadin û dê bi hemû hêza xwe parastina wê bikin.

Şêniyê bi navê Abdulrezaq Îbrahîm Mihemed ji bajarokê Tiwênê yê girêdayî bajarê Hesekê pişterast kir ku xaka ku bi xwîna keş û xortên wê hatiye avdan, bernadin û dê li hember dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin. Di heman demê e topbarana bêserûber ên li dijî sivîlan şermezar kir.

Mihemed bang li civaka navdewletî, NY’yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî xaka me rawestînin û li rex QSD’ê yê ku parastina tevahî cîhanê bi şerê bi çeteyên DAIŞ’ê re kiriye û ku ewlehî û aştiyê li herêmê belav kiriye, bisekinin.

Mihemed Bedran pişterast kir ku dê li hember dagirkeriyê tê bikoşîn û li ser xaka şehîdan, berxwedan û biratiya gelan lihevkirinan nakin.

Bi gihandina meşvanan a Çarxeriya Agirkujiyê re, meş vegerî mîtîngê û deqeyeke rêz hat girtin. Dûvre endamê PYD’ê Mistefa Ehmed axivî ku dewleta Tirk a dagirker ji 4 rojan ve Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike. Ew jî bi hewldana dagirkirina xaka herêmê û koçberkirina şêniyên wê ye.

Ehmed wiha lê zêde kir: "Lê belê dê bi bin bikeve û ne pêkan e xaka me dagir bike. ji ber ku bi vîna xwe û hêza şehîdên xwe şer dikin."

Endama Kongre Star a bajarê Hesekê Neda Salih jî wiha da zanîn: "Êrîşên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar û lanet dikin. Projeya neteweya demoratîk, projeya me ye ku parastina rûmet û azadiya gel kiriye."

Neda di axaftina xwe de wiha pişterast kir: "Îro dê vê êrîşê têk bibin an jî şehîd bibin. Xaka û gelê xwe bernadin û dê heta têkbirina terora Erdoganî, tê bikoşîn."

Meş bi diruşmên ku banga bidawîkirina dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din