Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Mihemed El-Hesen oxir kir

Bi hezaran şêniyên Hesekê û gundên girêdayî wê, cenazeyê şervanê Hêzên Disîplîna Leşkerî Mihemed El-Hesen ê ku dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye yê bajarê Hesekê oxir kir.

Şêniyan cenazeyê şehîd Mihemed El-Hesen (Basil Til Birak) ji Meclisa Malbatên Şehîdan girt û ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ya li gundê Dawûdiye li bakurê bajarê Hesekê ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtin li gel toreneke leşkerî ji hêla şervanên Hêzên Parastina Gel (YPG û YPJ) ve dest pê kir. Piştre Weid Ilêwî bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê axivî û got: “Em bejna xwe li hemberî fedekariyên şehîdên rûmet û azadiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditewînin.”

Ilêwî di nav axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide destkeftiyên şoreşa herêmê yên ku bi saya xwîn û fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin, têk bibe.

Her wiha bi navê Hêzên Disîplîna Leşkerî Xalid Nime axivî û sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina rêya şehîdan da.

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Di dawiya merasîmê de hevalên şehîd, cenazeyê şehîd di nav tiliyên dayîkan de û berzkirina sloganên dilsoziya bi şehîdan re veşart.

(şx)

ANHA


Mijarên Din