Şêniyên herêma Firatê şehîdên meha Îlonê bi bîr anîn

Şêniyên herêma Firatê (Kobanê û Girê Spî) şehîdên meha Îlonê li ser gorên wan bi bîr anîn.

KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê mersîma bîranîna şehîdên meha Îlonê li Goristana Şehîd Dîcle li başûrê Kobanê li dar xist. Bi dehan malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, şervanên YPG û YPJ û birîndarên şer tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre bi navê gaziyên şer ên Kobanê Kalê Kobanê axivî û tevahiya şehîdan bi bîr anî û got: "Li dijî dagirkerî û çeteyên DAIŞ`ê me fedekariyên mezin dan. Lê bi saya xwîna lehengan me destkeftî û serkeftinên mezin bi dest xistin. Îro dewleta Tirk careke  din hewl dide wan destkeftiyan têk bibe, lê em serî ji kesekî re natewînin û em nahêlin ku herêma me dagir bibe û destkeftiyên şoreşa me werin hedefgirtin."

Piştî wê helbestek girêdayî berxwedana Serzorî û şehîdên wê yên ku bûne sembola berxwedana Kobanê hate vegotin.

Di dawiyê de şêniyan mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

GIRÊ SPÎ

Li Girê Spî jî bi amadebûna malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û şervanên YPG – YPJ‘ê şehîdên têkoşîna azadiyê yên meha Îlonê li ser gorên wan hatin bi bîranîn. Merasîmê bîranînê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate organîzekirin.

Di merasîmê de cîgirê hevserokatiya meclisa kantona Girê Spî Sebrî Mistefa axivî û diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rizgarkirina axa xwe fedekariyên mezin dane û bi serketine.

Mistefa wiha domand: "Piştî bûyerên ku Sûriyê tê re derbas bûne ji kuştin, wêranî û koçberî, em îro dibînin ku kesên bûn sedema kuştina gel û wêrankirina bajaran komîteyên amadekirina destûra Sûriyê ava dikin. Lê kesên ku fedekarî dane û DAIŞ`ê tune kirine û li hember dagikeriya Tirk sekinîne ji komîteyê hatine dûrxistin. Lew ra em bawer dikin ku destûra ku bêyê tevlibûna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkeve dê aştiyê û demokrasiyê ji Sûriyê re nîne."

Piştî wê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Mîna ku Rêber Ocalan dibêje; Em şehîdên xwe ne gorî axê dikin lê belê di dilê de xwe vedişêrin. Îro li vir em tekez dikin ku şehîdên me di dilê me de zindî ne, em soza şopandina rêya wan dubare dikin."

Di dawiya merasîmê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din