​​​​​​​Şêniyên herêma Cizîrê şehîd Zeyneb û Bêrîtan oxir kirin

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê tev li merasîma oxirkirina cenazeyên herdu şehîdan “Zeyneb û Bêrîtan” li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê, bûn û soza meşa li ser şopa wan da.

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê ji bo oxirkirina cenazeyên her du şehîdan; hevseroka Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed a ku di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk de li ser rêya Dêrikê şehîd bû û şehîd Nêrmîn Sîno (Bêrîtan Dêrsim) a ku li Tebqayê şehîd bû, berê xwe da Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê Hesekê.

Di merasîmê de bi hezaran şêniyên bajêr, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl û leşkerî, beşdar bûn.

Piştî girseya gel gihaşt goristanê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Elî axivî û wiha got: "Em îro du kulîlkên ji vê xakêa bedewam oxir dikin."

Fatme Elî wiha domand: “Erdogan çiyayên me bi çekên qedexekirî topbaran dike û balafirên bêmirov bombebaran dike, ev hemû bi armanca têkbirina îradeya hêzên me ye, lê tevî hemû hewldanên wî dîsa jî bi bin dikeve.”

Her wiha, cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hesen Koçer wiha axivî: “Armanc ji van êrişan qirkirina gelên herêmê ye, ji ber wê jî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe didomîne da ku îradeya gelan têk bibe.”

Koçer der barê şehîd Zeyneb de wiha axivî: “Heval Zeyneb ji zaroktiya xwe heta şehadeta xwe de bi ruhê şoreşgerî û berxwedanê mezin bû, xebatên xwe nedidan rawestan, her tim karê wê serkeftî bû û wê kesayeta jina azad temsîl dikir.”

Koçer teqezî bi girîngiya meşa li ser şopa şehîdan û pêşxistina asta têkoşînê kir.

Koçer di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku êrişên dagirkeriya Tirk dê îradeya wan têk nebin û wan netirsînin.

Li aliyekî din jî endama rêveber a Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê, Evîndar Dêrik wiha axivî: “Şoreşa Rojava li cîhanê bi şoreşa jinê tê naskirin, ji ber ku şervanên YPJ’ê, QSD’ê û gel 10 salan berxwedaneke bêhempa dan meşandin û li hember metirsîtirîn rêxistinên cîhanê sekinîn û bi hezaran şehîd dan.”

Evîndar Dêrik wiha domand: “Çi dibe bila bibe, ev şoreş bi berxwedana jinê hat naskirin û bi saya berxwedana YPJ’ê ew li cîhanê bûn nimûne, ew jî bi armanca jiyaneke birûmet û Sûriyeke azad e.”

Evîndar Dêrik di dawiya axaftina xwe de soza meşa li ser şopa şehîdan heta pêkanêna armancên wan û têkbirina dagirkeriyê da û teqezî bi wê yekê kir ku dagirkeriya Tirk dê tu carî nikare wan lewaz bixe û îradeya wan têk bibe.

Piştre, endama Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser, Perwîn Yûsif wiha axivî: “Jiyana heval Zeyneb bi berxwedan û serkeftinan ji destpêka şoreşê ve tijî ye.”

Perwîn Yûsif soza meşa li ser şopa azadiyê û tolhildana şehîdan da.

Xwişka şehîd Zeyneb, Leyla Sarûxan jî wiha axivî: “Mirov di vê kêliyê de behsa parçeyekî ji kezeba xwe bike tiştekî dijwar e, mirov nizane çi bibêje.”

Leyla Sarûxan wiha zêde kir: “Piştî ku xwişka min Zeyneb şehîd bû, erkên min zêdetir bûn, ez niha bûm xwişka şehîd, heta ez dikarim ez ê xwedî li vî navî derkevim.”

Leyla Sarûxan soza meşa li ser şopa şehîdan heta pêkanîna azadiyê da.

Li dawiyê, wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin. Piştre cenazeyên her du şehîdan bi tilîliyên dayikan hatin oxirkirin.

(mh)

ANHA


Mijarên Din