Şêniyên herêma Cizîrê berê xwe didin Serêkaniyê

Şêniyên herêma Cizîrê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe didin navçeya Serêkaniyê ji bo ku gefên Tirkiyê şermezar bikin.

Nûçegihanê me ragihand ku dê şênî îro di seatên nîvro de li gundê Til Helef li Serêkaniyê bicivin da ku berê xwe bidin gundê Til Erqem ji bo gefên Tirkiyê şermezar bikin, her wiha ji hêzên Koalîsyonê re diyar bike ku bi erkên xwe li hemberî herêmê rabin ku nêzî 11 hezar şehîd di şerê xwe yê li dijî DAIŞ`ê re dane.

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji nuqteyên li ser sînorê bi Tirkiyê re li herêma Girê Spî û Serêkaniyê vekişiya, di demekê de ku dewleta Tirk ji bo êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, xwe amade dike.

(jo)

ANHA


Mijarên Din