Şêniyên Helebê: Xweparastin bi hezar carî ji dermankirinê çêtir e

Şêniyên bajarê Helebê gotin, pêkanîna perspketîvên parastina paqijiya kesayetî ji dermankirinê baştir e. Her wiha destnîşan kirin ku ferzkirina qedexeya derketina derve li taxên Helebê wê rê li pêşiya belavbûna vîrûsê bigire.

Şêniyên bajarê Helebê diyar kirin ku rêgirtina li pêşiya belavbûna Koronavîrûsê bi pêkanîna tedbîrên li dijî wê ji hêla aliyên têkildar ve hatine girtin ve girêdayî ye. Şêniyan destnîşan kirin ku adetên xwe yên danîna silavê guhertin.

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Cemal Osman got: "Li gorî pêwîstiyê em derdikevin ji bo nan û madeyên xwarinê bikirin. Em dem demê xwe pak dikin ji bo heta em dikarin rê li pêşiya nexweşiyê bigirin."

Cemal wiha domand: "Bi rêya telefizyonê em ketin ferqa xeteriya vê vîrûsê. Em perspektîvên aliyên têkildarî derxistine tînin cih. Lê hinek kes rewşa wan ne baş e û neçar in biçin nuqteyên tenduristiyê."

Şêniyê bi navê Mistefa Beşîr xwediyê dikana firotina madeyên xwarinê ye got: "Demek diyar ji bo vekirina dikanan heye da ku şênî pêdiviyên xwe peyda bikin. Divê em bi cidî nêzî mijarê bibin ji ber ku ev vîrûs li tevahiya mirovahiyê xeter e. Divê em paqijiya kesayetî biparêzin da ku rê li pêşiya belavbûna vîrûsê bigirin."

Beşîr wiha berdewam kir: "Ez bi xwe tevahiya perspektîvan tînim cih. piştî belavkirina madeyên xwarinê ez vedigerim mal. Tevî ku kemame û lepikan bikar tînim. Ez bang li şêniyan dikim ku tenê ji bo pêwîstiyan ji mal derkevin."

Girêdayî heman mijarê şêniyê bi navê Hisên Mamo got: "Tenê ji bo peydakirina pêdiviyên pêwîst ji mal derdikevim. Min adetên danîna silavê jî guhertin, li şûna em destên xwe bidin hev em ji dûr ve silavê didin hev. Belavbûna nexweşiyê li dewletan û bûyerên lê qewimîne, têrê dikin em bi asta vê vîrûsê şiyar bibin."

Di dawiyê de Mamo şênî muxateb girt û got: "Divê em li hev kom nebin. Ger kesek vîrûs vegirtibe, pandemî wê belav bibe. Lewra divê em perspektîvên hatine derxistin, bînin cihe heya ku ev bela derbas dibe. Xweparastin ji bi hezar carî ji dermankirinê çêtir e."

(şx)

ANHA


Mijarên Din