Şêniyên Helebê: Tirkiye hewl dide DAIŞ`ê zindî bike

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê diyar kir ku dagirkeriya Tirk hewldana zindîkirina çeteyên DAIŞ`ê dike û li xaka Sûriyê belav bike. Şêniyan tekez kir ku ew ê parastina xwe bikin.

Dewleta Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefan dixwe û bi vê yekê hewldana tunekirina hemû gelê li herêmê dike.

Têkildarî gefên Tirkiyê welatiyê bi navê Mihemd Xalid ku ji pêkhateya Ereb e û ji taxa Şêxmeqsûd e, axivî û bang li civaka navdewletî kir ku li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê raweste û wiha got: "Em amade ne parastina xaka xwe bikin û li gel malbatên xwe bin."

Welatiya bi navê Emîna Alo jî axivî û got armanca dagirkeriyê zindîkirina çeteyên DAIŞ`ê ye û li ser xaka Sûriyê belavkirin e, dewleta Tirk destekê dide terorê û hewldana dagirkirina herêmên Sûriyê dike.

Emîna Alo di dawiya axaftina xwe de got dewleta Tirk naxwaze aloziya Sûriyê çareser bibe, berevajî vê yekê hewl dide Sûriyê dagir bike û gelê herêmê koçber bike.

Di heman demê de welatiyê bi navê Hisên Mihemed got dê parastina xaka xwe ya ku bi saya şehîdan hatiye parastin, bikin, ji ber ku tekane vebijêrka wan parastin e û li dijî dagirkeriyê rawestandin e.

(eh)

ANHA


Mijarên Din