Şêniyên Helebê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin

Şêniyên taxa Eşrefiye li bajarê Helebê tecrîda ku li Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin şermezar kirin û destnîşan kirin ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike.

Derbarê tecrîda ku li Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û qedexeya serdanên malbat û parêzeran de şêniyên taxa Eşrefiye ji ANHA`yê re nêrînên xwe parve kirin.

Şêniyê bi navê Mihemed Silêman got: “Wek şêniyên Helebê em tecîrdê şermezar dikin. Em komplo û siyasetên dewleta Tirk li dijî Serokê me û gelê Kurd qebûl nakin.”

Silêman wiha domand: “Em ê tevahiya komplo û siyasetên faşîst têk bibin. Em ê li dijî dagirkeriya Tirk bi yekîtiya xwe û bi felsefeya Serok Ocalan li ber xwe bidin. Îro dijminên Kurdan, bi rêbazên hovane li Efrîn, başûr û bakurê Kurdistanê şerê me dikin da ku me qir bikin.”

Şêniyê bi navê Remzî Mihemed jî îşaret bi armanca ferzkirina tecrîdê kir û got: “Tirkiye armanc dike Serok ji gelê wî dûrxîne. Lê divê bizanibe ku raste serok ji me dûr e, lê fikrê wî di hişê me de zindî ye. Ew vîn, fikr û jiyana me ye. Em jiyana bê wî qebûl nakin.”

Remzî bang li rêxistinên navdewletî û cîhanî yên ku banga mafên mirovan dikin ku sûcên dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan rawestînin, tecrîdê bidawî bikin û wî serbest berdin.

Girêdayî heman mijarê jina bi navê Ruha Hemdî got: “Ger em vegerin dîrokê, em ê bibînin ku dewleta Osmanî hertim Kurd kiriye hedef. Dixwaze me qir bike. Lê em ê bixebitin ji bo ku tecrîdê bidawî bikin û Serokê me serbest were berdan.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din