Şêniyên Heleb: Şoreşa 19`ê Tîrmehê rêya azadiyê ji gelan re ronî kir

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir û gotin şoreşa Rojava destpêka hevgirtina pêkhateyên herêmê û berxwedana li hemberî dagirkeriyê ye. Şêniyan destnîşan kir ku ew ê têkoşîn û berxwedana xwe li ser şopa şehîdan berdewam bikin.

Îro salvegera 19`ê Tîrmehê ye ya ku çirûska wê li Kobanê dest pê kiriye û li tevahiya herêmên Rojava belav bûye. Di vê şoreşê de şêniyên herêmê bi saya fedekariyên ciwanên xwe û hevgirtina xwe gelek destkeftî bi dest xistin.

Taxa Şêxmeqsûd yek ji taxên ku li hemberî rejîma Sûriyê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker li ber xwe daye. Şêniyên taxê li rex şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin(YPG û YPJ)bi lehengî li ber xwe dan.

Bi vê boneyê şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên bajarê Helebê nêrînên xwe parve kirin û rola têkoşîna gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir.

ŞOREŞA 19`Ê TÎRMEHÊ RÊYA AZADIYÊ JI GELAN RE RONÎ KIR

Şêniyê bi navê Arif Osman di destpêka gotinên xwe de şoreşa 19`ê Tîrmehê li tevahiya gelan û rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûiyê ji destpêka şoreşa Rojava ve piraniya destkeftiyên xwe bi dest xistin. Lê dewleta Tirk êrişî wan destkeftiyan kir û hovantirîn cureyên sûcan li dijî şêniyan pêk anîn û hinek herêm dagir kir.”

Osman îşaret pê kir ku şoreşa 19`ê Tîrmehê rêya azadiyê ji gelan re ronî kir û wiha domand: “Bi berxwedana tevahiya gelên herêmê em ê xaka ku dewleta Tirk a faşîst dagir kiriye rizgar bikin û bi yekitiya xwe li hember destwerdana dewleta Tirk bisekinin.”

Şêniyê bi navê Mihemed Hebeş jî got şoreşa Rojava destpêka hevgirtina tevahiya pêkhateyên herêmê û berxwedana li hemberî dagirkeriyê bû. Hebeş destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe bi rihê hevgitin û hevpariyê heta rizgarkirina tevahiya herêmên dagirkirî bidomînin.

Her wiha girêdayî heman mijarê şêniyê bi navê Mistefa Elî got: “Dewleta Tirk qebûl nekir  ku çawa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên xwe bi rêxistin kirine. Ji ber wê bi êrişên xwe yên hovane bi hincetên nerast êrişî sivîlan kir. Bajarên Sûriyê mîna Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Cerablus, Bab, Ezaz û Idlibê di bin navê Islamê de dagir kirin.”

Elî di dawiya gotinên xwe de soza şopandina rêya şehîdên ku ji bo azadiya gel û welat canê xwe feda kir, da.

Şêniya bi navê Orfa Arif got şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan destpê kir. Jinan di tevahiya warên leşkerî, siyasî, civakî û avakirina civakê de pêşeng bû û wiha pê de çû: “Şehîdên mîna Avesta, Barîn û Arîn ji bo her jinek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê bûn nimûneya berxwedanê.”

Orfa di dawiyê de got: “Em ê heta nefesa dawî li ber xwe bidin da ku xewnên şehîdan pêk bînin. Em vê şoreşê li wan pîroz dikin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din