Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Şêrko Kobanê

Di merasîma sersaxiyê de, şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Şêrko Kobanê re xwest. Şehîd Şêrko Kobanê dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, şehîd bûbû.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Şêrko Kobanê ku li Qada Şehîdan a rojavayê taxê hatiye vedan. Di merasîmê de nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî, Kongreya Star û meclisan amade bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, PYD, Kongreya Star, Meclisa Taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê û bi navê Komxebeta Olî, axavtin hatin kirin.

Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Piştî axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih wesîqeta şehîd Şêrko xwend û bi dirûşmên silavkirina şehîdan merasîm bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din