Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Kemal

Bi merasîmekê bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê sersaxiya malbata şehîd Kemal Silêman ê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Şehîd Kemal di dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, şehîd bûbû.

Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê konê sersaxiya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Kemal Silêman ku di 2’yê Îlonê de şehîd bûbû, li pêş mala wî ya li Kolana 20’an a li rojavayê taxê vegirt.

Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên li taxê, berê xwe da konê sersaxiyê. Kon bi wêneyên şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Efrînê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hat xemilandin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Aytan Reşo, ji rêveberên Kongreya Star Fatme Hesen, endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), endamê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî ya Sûriyê (Yekitî) Mihemed Heyder û endama Meclisa Jinan a Sûriyê Sebîhe Efaşe axivîn.

Axêveran sersaxiya malbata şehîd Kemal Silêman kir û îşaret pê kir ku şehîdan bi xwîna xwe mezintirîn qehremanî nivîsandiye, li hember artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê sekinîn û gelek herêm bi xwîna xwe rizgar kirin.

Axêveran li dawiyê soz da ku dê li ser rêça şehîdên ku xwîna xwe di oxira parastina wan de daye, bimeşin.

Merasîm bi dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din