Şêniyên Helebê êrîşên dewlet Tirk şermezar kirin

Bi hezaran şêniyên bajarê Helebê ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Baku rû Rojhilatê Sûriyê, herwiha piştgirîkirina şêniyan a Berxwedana Rûmetê, daketin xwepêşandanê.

Bi hezaran şêniyên herdu taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li pêşiya hola civînan a 8`ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd kom bûn. Şêniyan wêneyên şehîdan û wêneyên komkujiyên artêşa Tirk a dagirker di derheqê sivîlan de pêk aniye, hilgirtibûn.

Herwiha şêniyan pankartên bi sloganên wek``Bi berxwedana Têkoşerên yekbûna gelan emê dagirkeriya faşîzma Tirk bişkînin û em ê serkevin``,``Na ji qirkirinê re``, Em ê faşîzma Erdogan hilweşînin``,``Xak û rûmeta xwe biparêzin``bi berxwedana QSD`ê, DAIŞ` ê û dagirkeriyê ji nav bibin.``vegirtibûn.

Paşê xwepêşandêran berê xwe dane taxa Eşrefiyê û di nava siloganên silavkirina berxwedana ``Serêkaniyê, Girê Sipî, Kobanê, Qamişlo`` û bilindkirina nirxên Şahîdan û silavkirina Têkoşeran``, di kolanên serekere meşiyan.

Xwepêşandêr li pêşiya deriya taxa Eşrefiyê sekinîn û li ser ruhê Şehîdan deqeyeke rêzgirtinê lidar xistin.

Paşê Endamê Kordînasyona Kongra Star Şervîn Delîl, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatme Silêman axivîn.

Axaftinvanan tekez kirin ku berxwedana şêniyan di Berxwedana Rûmetê de bala cîhanê kişande ser komkujiyên artêşa dewleta Tirk a dagirker derheqê sivîlan de. Her wiha destnîşan kirin ku berxwedana lehengan dê serbikeve û fedakariya Şehîdan bê serkeftin derbas nabe, li ser vê esasê jî em ê fedakariyê pêşkêş bikin da ku dagirkerî bombebaran û topbarankirina herêmên me rawestîne.

Xwepêşandan bi durişmên silavkirina Berxwedana Rûmetê û bilind nerxandina Şehîdan, bi dawî bû.

(rr)

ANHA


Mijarên Din