Şêniyên Heleb û Dêrikê li dijî tecrîd û dagirkeriyê li qadan bûn

Li Dêrik  û taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi meşan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin.

HELEB

Bi sedan şêniyên bajarê Helebê di çarçoveya pêngava "Bese tecrîd, faşîzm û dagirkerî, dem dema azadiyê "de , ya ku KCK'ê ragihandiye, meşiyan.

Meş ji aliyê navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo dest pêk kir. Gelek hunermend û şênî beşdarî meşê bûn. Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên banga rakirina tecrîdê hatin hildan.

Meş ji pêşiya hola civînan taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û li qada Şehîd Destîna ya beşê rojhilatê taxê bi dawî bû.

Li wir deqeyek rêz hate girtin, endamên rêveber ê navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horor Ehmed Elîko bi zimanê kurdî û Tezyal Çawîş bi zimanê erebî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de berxwedana Îmraliyê hate silavkirin û hate gotin ku têkoşîna li hemberî faşîzmê heta rizgarkirina Rêber Abdullah Ocalan ê ku felsfeya şoreşa 19'ê Tîrmehê xêz kiriye wê dewam bike.

Her wiha bang li raya giştî ya cîhanê hate kirin ku erka xwe bi cih bînin û dawî li tecrîda li dijî rêberê aştî û demokrasiyê bi dawî bikin.

Meş bi berzkirina diruşmeyên banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

DÊRIK

Li herêma Dêrikê jî, bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê  û Başûrê Kurdistanê meşek li dar xist.

Meş ji pêşiya bajarokê Xana Serê dest pê kir û li deriyê têketina bajarokê bi dawî bû. Meşvanan diruşmeyên silavkirina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şermezarkirina dagirkeriyê berz kirin.

Meş li deriyê têketina bajarokê Xana Serê veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin endama Yekitiya Jinên Ciwan Wela Osman daxuyanî xwend.

Wela di kesayeta şehîdên berxwedana Heftenînê de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Her wiha bi navê Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê soza bilindkirina asta têkoşînê li hemberî faşîzmê û azadiya Rêber Abdullah Ocalan da.

Mîtîng bi diruşmeyan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din