Şêniyên Helebê : Civaka navdewletî bi bêdengiya xwe mirovahiyê dikuje

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gotin: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe sûcên xwe li herêmên dagirkirî, bi taybetî li dijî jinan didomînin. Civaka navdewletî bi bêdengiya li hemberî van sûcan mirovahiyê dikuje."

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî xelkên li herêmên dagirkirî sûcên kuştin, eşkence û revandinê pêk tîne, civaka navnetewî jî li hember vê yekê bêdeng e.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê gotin, dewleta Tirk a dagirker a kiryarên herî hovane li dijî sivîlan pêk tîne hemû nirxên mirovahiyê bin pê dike.

DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ ROJANE SÛCAN PÊK TÎNIN

Sîham Bîlal diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker hovantirîn sûc li dijî xelkên li herêmên dagirkirî, bi taybetî li dijî jinan pêk tînin û ev tişt got: "Rojane em dibihîsin ku sûcan li dijî  şêniyan, bi taybetî jinan li herêmên Efrînê, Serê Kaniyê, Girê Spî û herêmên Idlibê yên dagirkirî pêk tînin."

Sîham îşaret bi bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê kir û got, ev bêdengî mirovahiyê dikuje.

DEWLETA TIRK BI HEDEFGIRTINA JINAN, CIVAKÊ HEDEF DIGRE

Sîham Bîlal, destnîşan kir ku hedefkirina jinan tê wateya hedefkirina tevahî civakê û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Dewleta Tirk a dagirker jinên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin dike hedef, dixwaze îradeya jinan bişkîne. Lê tu kes nikare îradeya jinan bişkîne ji ber ku jin pêşengên civakê ne." 

Welatiyê bi navê Fatih Yûsif wiha destnîşan kir: "Ji destpêka dagirkrina Efrînê û heya roja îro, sûcên kuştin, eşkence û revandina jin û zarokan rû didin. Bajarê me Efrîn û xwezaya wê şewitandin û şêniyên wê yên resen ji wir derxistin û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih kirin. Ev yek destnîşan dike ku dewleta Tirk a dagirker di herêmên ku dagirkirine de kurdan qebûl nake".

BÊDENGIYA NAVNETEWÎ MIROVAHIYÊ DIKUJE

Welatiyê bi navê Fatima Hesen diyar kir ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jin û mirovahiyê ye, bêdengiya navnetewî jî mirovahiyê dikuje.

Fatima got, ne mirov û ne kevir ji van binpêkirinan xilas dibe,  ew kiryarên xwe li herêmên dagirkirî pêk tîne da ku serweriya xwe firehtir bike û demografiya herêmê biguhêre, her wiha ji bo dîroka Osmaniyan li wan herêman zindî bike, dewleta Tirk a dagirker li dijî îrade û serkeftina jinan e.

(rm)

ANHA


Mijarên Din