Şêniyên Helebê cenazeyê şehîd Kemal spartin axê

Bi sedan şêniyên Helebê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Kemal Silêman ê ku dema erka xwe pêk di anîn şehîd bibû, bi merasîmekê spartin axê.

Şêniyan cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Kemal Silêman ji nexweşxaneya Şehîd Xalid Ferec a taxê Şêxmeqsûdê wergirtin, bi kerwanekê li kolanên taxê gerandin, piştre berî dan Goristana Şehîdên Berxwedana Helebê.

Merasîm li goristanê bi deqeya rêzgirtina leşkerî ya endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir. Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirên a Helebê Qehreman Bekir, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zuleyxa Ebdî û kurê şehîd Kemal axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û keda şehîdan a ji bo azadî û avakirina netewa demokratîk hate destnîşankirin. Hate gotin ku pêvajoya heyî têkoşîn, hevgirtin û xwedîderketina li şehîdan pêwîst dike.

Kesên axivîn anîn ziman ku ew ê xeta şehîdan bişopînin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Şêniyan cenaze di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA


Mijarên Din