Şêniyên Helebê: Bi îradeya gel û hêza şervanan wê dagirkerî têk biçe

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê binpêkirinên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  yên der heqê sivîlên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Şêniyan gotin di parastina gelên herêmê de li kêleka QSD`ê disekinin.

Binpêkirin û êrişên dagirkeriya Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in, li hember wê nerazîbûna gel jî zêde dibin. Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ne û asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Arif Mihemed destnîşan kir ku gelên herêmê şer naxwazin, aştîxwazin û got:`` Em daxwazin êrişên dagirkerî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestin û şêniyên bajar û gundan vegerin malên xwe. Dewleta Tirk naxwaze gelê Kurd serbikeve, lê bi saya fedakariya şehîdên me em ê li hemberî dijminan serkeftinê bi dest bixin.``

Mehmûd Osman jî got:`` Em dixwazin bi aramî vegerin Efrînê, em dagirkeriya Tirk li ser xaka me naxwazin, mal û milkên me talan kirin dar jî qutkirin û şewitandin.``

Osman wiha domand:``Em ê bi îrade û hêzên xwe bersiva êrişên dagirkeriyê bidin, hêzên me pişt û senedê me ye em ê bi serbilindî vegerin herêma xwe.``

Hemîd Dawûd jî behsa îsrara şêniyan a vegera li herêmên xwe yên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin  kir û wiha pêde çû:``Di demeke nêz de em ê vegerin û dagirkeriyê ji xaka xwe derxînin. Me li gundên xwe jiyaneke ewle derbas dikir, dagirkeriya Tirk êriş gundên me kir û em neçarî derketinê bûn, xwezaya Efrînê jî rûxandin, dar qutkirin mûsima zeytûnan tavî malan  talan kirin.``

Arif Yûsif destnîşan kir ku dîroka dewleta Tirk dîrokekî xwînî ye `` Divê dîroka dewleta Tirk neyê ji bîrkirin, Tirkiyê dijminê herî xeter ê gelê Kurd ê, li hemberî dewleta Tirk rabin ser piyan û sînorekî jêre deynin. Erdogan di cîhanê de kesê herî xetere.``

(rr)

ANHA


Mijarên Din