Şêniyên Helebê berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kirin

Bi dirûşmeya "Şêniyên Helebê piştgiriya berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike" îro hezaran şêniyên bajêr meşek li dar xistin û girîngiya hevgirtina gelê Sûriyê teqez kirin.

Meş ji taxa Şêxmeqsûd Xerbî bi beşdarbûna hezaran şêniyên bajarê Helebê dest pê kir û wêneyên şehîdên berxwedana li dijî dagirkeriya Tirkiyê û wêneya şehîd Hevrîn Xelef Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê Pêşerojê hildan.

Meş li kolanan taxê heta beşa rojhilat ji taxa Şêxmeqsûd geriya û li herêma Cebanat rawestiya, li wir şênî deqeyek rêzgirtinê rawestiya, paşê gelek axaftin ji aliyê endamê rêveberiya kongreya Star Fatimê Hesen, Sekretêrê Giştî ya Koalisyona El-Wetenî ya Demokratîk Ehmed Erec, Sekreterê Giştî yê Partiya Hevgirtin û Guhertin a Sûriyê Mistefa Qelcî, hatin kirin.

Axaftvanan dijminatiya Tirkiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û teqez kir ku êrîşa Tirkiyê ser Sûriyê ji sala 2011`an dest pê kir, ew yek ji armancên Tirkiyê yên zelal di dagirkirina Sûriyê de bû.

Axaftvanan di dawiya axaftina xwe de îşaret bi girîngiya bersivdayîna êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê û parastina destkeftiyên ku gelê Sûriyê bi dest xistin, kir.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din