Şêniyên Hecînê: Em ê li hemberî her dagirkerekî çekê rakin

Şêniyên bajarokê Hecînê gefên dewleta Tirik ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û gotin ew amade ne li rex Hêzên Sûriye Demokratîk bisekinin û şerê dagirkeriya Tirk bikin.

Şêniyên bajarê Hecînê yê rojhilatê gundewarê Dêrazorê gotin, ku ew gefên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin û destnîşan kirin ku Tirkiyê hewl dide terorê vegerîne herêmên ku Hêzên Sûriye Demokratîk rizgar kirine.

Di van rojên dawîn de asta gefên dewleta Tirk ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Ji ber wê nerazîbûnên gel bi taybet herêmên ku nû ji DAIŞ`ê rizgar bûne zêde bûn.

Şêniyên bajarokê Hecînê yê rojhilatê gundewarê Dêrazorê ku ji demek kin ve ji hêla şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk ve ji terorê rizgar bûne, gotin ew gefên dewleta Tirk red dikin.

Mehmûd El-Şêx ev tişt anî ziman: "Wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêniyên Hecînê em nahêlin hikumeta Tirkiyê derbasî axa ku ciwanên me rizgar kirine bibin.  Amerîka vekişe yan jî bimîne me axa xwe rizgar kir û em ê biparêzin."

El-Şêx destnîşan kir ku Tirkiyê ne tenê gelê Kurd lê belê tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike û hewl dide qada ku dagir kiriye berfireh bike, her wiha hewl dide komên xwe yên terorîst di hundirê vê axê de mîna ku li Efrînê kirî belav bike.

El-Şêx wiha domand: "Wek şêx, ciwan û jinên Hecînê em ê bi yekrêzî li hember her dagirkerekî ku dixwaze ewlehiya axa bakurê Sûriyê bihejîne bisekinin."

Jina bi navê Nûr El-Sultan anî ziman ku armanca her êrîşekê li dijî axa Sûriyê dagirkirina herêmê û vegerandina hikumê Osmanî li ser axa Sûriyê ye û got, hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê dagirkeriyê qebûl nakin.

Nûr wiha domand: "Ne xema me ye ku hêzên amerîkî bimînin yan na. Hêza me heye ku dikare li hember her dagirkerî bisekine. Wek şêniyên Dêrazorê li dijî her hêzeke dagirker ku êrîşî herêmên me yên ewle bike em ê li rex hêzên xwe disekinin."

Nûr destnîşan kir ku jinên Dêrazorê dê li hember her dagirkerekî ku axa Sûriyê tehdîd dike bisekinin û ji bo parastina ax û rumeta xwe dê çek rakin.

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Meryem El-Ewed got, Tirkiyê ji destpêkê ve berjewendiya gelê Sûriyê naxwaze û maska ku xwe li paş vedişart li hember gelê Sûriyê danî, îro dest bi gefan û komkirina hêzên xwe ji bo ku êrîşî herêmê bike kir.

Şêniyan bang li civaka navdewletî û Konseya Ewlekariyê ya NY‘yê kirin ku helwestek cidî li hember hikumeta Tirkiyê nîşan bidin û nahêlin êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

(şx)

ANHA 


Mijarên Din