Şêniyên Hecînê: Civaka navneteweyî berpirsa qirkirina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro li bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê bi dehan kes daketin qadan û eşkere kir ku civaka navneteweyî berpirsa komkujiyên li dijî sivîlan e.

Îro ciwanên herêmê bi dehan erebeyan ji bazara Hecînê ya naverasta bajarok li hemû bajarok geriyan. Xwepêşandêran alên QSD`ê, pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re”, “Bijî biratiya gelan û Berxwedana Rûmetê" hilgirtin û sloganên banga derketina dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê berz kirin.

Piştî xwepêşandêr li navrasta bajêr kom bûn, bi yekdengî got “Bijî yekitiya gelê Sûriyê, erê ji mafê gel ê aştiyê re”. Her wiha banga bidawîkirina projeya Osmanî ya li Sûriyê kirin.

(eh)

 ANHA