Şêniyên gundewarê Til Temirê: Dagirker sivîlan dike hedef

Şêniyên gundewarê Til Temirê banga derixstina dagirkeran ji herêmê kirin û gotin "Piştî dagirkirinê jiyana me bûye mîna çîrokek bitirs."

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.

Ji dema ku dagirker nêzî gundewarê navçeya Til Temirê yê kantona Hesekê bûye, gundan bi top û hawinan dikin hedef, kehrebe û av qut dike, milkên sivîlan deteser dikin û mal û zeviyên wan dişewitîne. Kamereya Ajansa Nûçeyan a Hawarê rewşa gundê Um El-Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê ê li ser rêya Serêkaniyê şopand. Sivîlên herêmê azarên xwe ji ber binpêkirinên dagirkeran rave kirin û diyar kirin ku ew dagirkeriyê red dikin.

JI BER BINPÊKIRINAN DI NAV TIRSÊ DE DIJÎN

Jina bi navê Sebah El-Derwîş got: "Piştî dagirkirina herêmê ji ber binpêkirinên dagirkeran ên li dijî gundên li xeta eniyên şer  jiyana me bûye mîna çîrokek tirsê."

Sebah El-Derwîş bal kişand ser ku beriya êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmê, ew di nav ewlehiyê de bûn. Lê niha ji ber topbarana bêserûber li ser gundan ew nikarin xew bikin. Tevî ku malên sivîlan li gund wêran bûne.

Sebah destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlan didomîne, jêdera quta wan dike armanc û agir bi zeviyên wan dixîne, her wiha kehrebe û av li ser gund û herêmê qut dike.

Her wiha Sebah îşaretpê kir ku êdî ji binpêkirinên dagirkera Tirk û çeteyên wê aciz bûne û got, dema gund topbaran dikin, ew û zarok di nav xof û tirsê de dimînin. Sebah hêvî kir ku ewlehî mîna berê vegere herêmê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmên wan derkevin.

Şêniyê bi navê Xidir El-Mihemed diyar kir ku ji 8 mehan ve rewşa gund ji ber topbarana domdar, hedefkirina sivîlan û malên wan, şewitandina zeviyan û qutkirina av û kehrebeyê li ser wan ne baş e.

El-Mihemed bang li aliyên têkildar kir ku bi lez çeteyan ji herêmên wan derxînin da ku ewlehî vegere.

Şêniya bi navê Ayşe El-Ehmed anî ziman ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker îdia dikin ku ew bi hinceta pêkanîna ewlehiyê li herêmê hatin herêmê û got: "Lê ev ne rast e. Dagirker sivîlan û jêderên quta wan dike hedef. Her wiha malên sivîlan û milkên wan didizin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din