​​​​​​​Şêniyên gundê Zenobiyayê: Zarokên me di nava obusan de mezin dibin!

Yek ji gundên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku her tim rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker tê, gundê Zenobiya yê Girê Spî ye. Şêniyên gund bertek nîşanî êrişan dan û got “Zarokên me di nav obusan de mezin dibin. Divê cîhan van binpêkirinan bibîne û pêşî li êrişan bigire.”

Gundê Zenobiya yê dikeve rojavayê Girê Spî, yek ji gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dewleta Tirk a dagirker bi domdarî êrişî wî dike. Di êrişan de sivîl tên hedefgirtin û erdê sivîlan ku debara xwe pê dikin, dişewitin. Ji sedema êrişan camên bacên malan şikestine.

Zêdetirî 30 mal li gund hene. Di aliyê parastinê de leşkerên hikûmeta Sûriyê di gund de cih digirin, lê mixabin bersiva êrişan nadin. Kurd û Ereb bi hev re dijîn. Şêniyên li gund li dijî êrişan helwestên xwe diyar kirin û anî ziman ku di vê rojiya Remezanê de êrişî wan dikin, divê cîhan bibîne û pêşî li binpêkirinên Tirkiyê bigirin.

Şêniyê gund Îsmaîl Mihemed Xelef diyar kir ku zarokên wan ji dengê obusan êdî nikarin rakevin û got: “Di vê rojiya Remezanê de êriş berdewam dikin. Em tên hedefgirtin. Beriya çend rojan dîsa bi obusan êrişî me kirin û agir bi erdê me ket. Me tiştek li dewleta Tirk nekiriye, çi ji me dixwazin? Em bang li hemû cîhanê dikin ku bila van êrişan bibînîn û pêşî lê bigrin.”

Fatma Xelef jî anî ziman ku zarokên wan ji ber êrişên dewlet Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di nav obusan de mezin dibin û got: “Çi sûcê van zarokan heye ku di nav êrişan de mezin dibin? Zarokên me guneh in. Ji dengê obusan guhe zarokên me zerer dibînin. Jiyana me di bin xetereyê de ye, em bi tirs dijîn. Rojane êrişî gundê me dikin. Xaniyên me ji axê hatine çêkirin û dema obusan diavêjin, xanî dihejin. Em zarokên xwe di himbêza xwe de ji êrişan diparêzin. Em tenê dixwazin ev êrişên hovane yên li ser me bi dawî bibin.”

ANHA 


Mijarên Din