Şêniyên gundê Huriye: Dewleta Tirk êrişî gundên ku tê de sivîl hene dike

Şêniyên gundê Huriye yê girêdayî kantona Girê Spî yê ku îro ji gundê xwe neçarî koçberiyê bûne, got artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên ku tê de şênî hene, topbaran dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê ser û ber gundên Huriye, Qizelî, Koperlik Bîr Kino, Hoşan Xalidiyê yên girêdayî kantona Girê Spî ya dagirkirî, topbaran kirin. Topbarana bênavber bû sedema koçberiya hejmareke mezin a şêniyan.

Gundê Huriye yê li rojavayê kantona Girê Spî ji wan gundan e ku her tim artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hedef digire. Îro bi sedan malbat piştî topbaranê gihîştin bajarê Reqayê.

ANHA’yê hevpeyvîn bi hinek malbatan re çêkirin, her wiha malbatan hêrsa xwe der barê topbaranên li dijî gund de eşkere kir.

Şêniyê bi navê Xelîl Şêxo wiha got: "Em ji malên xwe bi sedema topbarana bênavber a li dijî gund neçarî koçberiyê bûn. Artêşa Tirk dizane ku kesên di gund de sivîl in. Lê belê tevî wê jî bi top û moşekan gund hedef girt û bû sedema wêrankirina malan."

Xelîl Şêxo anî ziman ku hedefa dewleta Tirk a dagirker koçberkirina şêniyan ji gundên wan e ku bi aştî nejîn û wiha destnîşan kir: "Ew niha bi zorê me ji gund koçber dikin da ku li çolistanê bimînin."

Fatme Îbrahîm jî wiha da zanîn: "Ez îro ji mala xwe ya ku min temenê xwe di avakirina wê de xelas kiriye neçarî koçberiyê dibim, her tiştî li şûn xwe dihêlim. Da ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku rihmê nizanin bi moşek û topên xwe wêran bikin."

Şêniya bi navê Tirkiya Xelîl jî tevî barandina rondikan, wiha axivî: "Bi sedema topbarana rojane me rojên dijwar derbas kirin û ev rewşa me ya piştî 4 mehan e."

(fr)

ANHA


Mijarên Din