Şêniyên Girkê Legê û Til Koçerê: Em ê li ber xwe bidin

Îro bi hezaran şêniyên navçeya Girkê Legê û Til Koçer û gundewarên wê derketin meşa şermezarkirina gefên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Şêniyan tekez kir ku ew ê li pêşiya êrîşên Tirkiyê bisekinin.

Li Girkê Legê bi hezaran şêniyên navçeyê û gundewarên wê li Qada Şehîd Xebat kom bûn.

Di meşê de bi hezaran şêniyên navçeyê û gundewarên wê ji hemû pêkhateyan, nûnerên siyasî û rêxistinên civaka sivîl amade bûn.

Şêniyan wêneyên şehîdan û pankartên "Na ji dagirkirina Tirkiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re" hildan.

Meş ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û ber bi navenda navçeyê ve çû. Şênî li navenda bajêr kom bûn, paşê endama rêveberiya Kongreya Star Melîha Ebdellah axivî û wiha got: "Dewleta Tirk bi salan e hewl dide gelê Kurd qir bike û îradeya wê têk bibe." Her wiha îşaret bi desteka Tirkiyê ji komên çete re li Sûriyê kir.

Melîha Ebdellah wiha domand: "Her tim em li ser rêya netewa demokratk bûn, îro Tirkiyê hewl dide êrîşî herêmên me bike, hêza me heye û baweriya me bi hêza me heye, em ê dijî her êrîşê bisekinin."

Hevserokê meclisa navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl jî axivî û wiha got: "Banga me ji gelê me re ye ku gelê me bi sedan salan li ber xwe da û dê têkoşîna xwe dewam bike. Tenê rêyek li pêşiya me heye, ew jî ku em parastina rûmet û azadî û xaka xwe bikin."

Cemîl bang li hemû pêkhateyan kir ku refên xwe bikin yek û xwe ji berxwedan û têkoşîna xwe re amade bikin.

Meş bi dirûşman bi dawî bû.

Til Koçer

Li navçeya Til Koçer bi sedan ji şêniyên navçe û gundewarên wê derketin meşa şermezarkirina gefên dagirkeriyê.

Meş ji navenda bajêr dest pê kir û şêniyan dirûşmên şermezarkirina gefên Tirkiyê berz kirin.

Beşdarên meşê li navenda navçeyê kom bûn, paşê hevserokê meclisa navçeyê Newaf Xidan axivî û wiha got: "Tirkiye hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe, lê îradeya me li ser her tiştî ye. Li ser hêza Tirkiya dagirker e. Me saziyên xwe ava kirin û divê em alîkariya her kesî bikin da ku parastina wan desteftiyan bikin."

Xidan wiha domand: "Em dibêjin Sûriye ya me hemûyan e û ji cîhanê re îsbat dikin ku em dagirkeriyê ji xaka xwe re qebûl nakin."

Meş bi dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din