Şêniyên Girkê Legê û Dêrikê: Xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bibe goristana Erdogan û DAIŞ’ê

Şêniyên Girê Legê û Dêrikê êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, şermezar kirin û got "Xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bibe goristana Erdogan û DAIŞ`ê."

Bi dirûşma "Xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bibe goristana Erdogan û DAIŞ`ê" îro sedan şêniyên Girkê Legê daketin qadan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin.

Meş ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir. Şêniyan dirûşmên şermezarkirina êrîşan berz kirin û pankartên "Xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bibe goristana Erdogan û DAIŞ`ê”, “Divê firîna balafiran li ser herêmên me bê qedexekirin" hildan.

Şênî li navenda navçeyê kom bûn û paşê endamê rêveberiya Yekitiya Ciwanên Sûriyê Seyd Mihemed axivî û wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker ji Dêrikê heta Girê Spî dest bi êrîşên xwe kir. Lê hêzên me ew şikandin . Em wek ciwanên Rojava em ê di yek xendekê de bi hêzên xwe re êrîşan têk bibin."

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana QSD`ê bi dawî bû.

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û gundewarên wê li Qada Azadî kom bûn û meşeke girseyî li dar xistin.

Di meşê de pêkhate, gelê herêma Dêrikê, partiyên siyasî, oldar, nûnerên eşîran û saziyên civaka sivîl amade bûn.

Meş li kolanên bajêr geriya û berê xwe dan qada şehîdan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Kongreya Star û PYD`ê axivîn û wiha gotin: "Êrîşên Tirkiyê yên hovan e dijî sivîlan û bombebarana malên sivîlan û herêmên ewle, şermezar dikin."

Her wiha axaftvanan diyar kirin ku divê her kes li dora YPG, YPJ û QSD kom bibe û bilindkirina têkoşînê kirin.

Her wiha bi navê pêkhateya Sûryanî Seydî Hena Ibrahîm axivî û bang li hemû gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi hev re dijî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin û têkoşîna xwe bilind bikin.

Seydî Ibrahîm wiha got: "Divê her kes piştgiriyê bike û alîkariya QSD, YPJ û YPG bike da ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê têk bibe."

Her wiha endamê rêveberiya Kongreya Îslama demokratîk Seîd Hîşam bombebarana Tirkiyê şermezar kir û banga bilindkirina têkoşînê û yekbûna gelan kir.

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana QSD`ê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din