​​​​​​​Şêniyên Girkê Legê çalakiya konvendanê ya li Qamişloyê dewr girt

Şêniyên navçeya Girkê Legê çalakiya konvendê ya li ber avahiya NY'yê ya li Qamişloyê dewr girtin. Beşdarên çalakiyê destnîşan kirin ku ew ê dev ji axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bernedin û dê ê têkoşînê berdewam bikin heta ku azadiyê misoger bikin.

Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û banga girtina qada hewayî ser herêmê, Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi koordîneya Kongra Star li ber baregeha Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Qamişlo bi dirûşmeya "Kanî dadmendiya we?" konê çalakiyê vedan. Biryar e ku ji 12'ê Tebaxê heta 30'ê heman mehê ev çalakî berdewam bike.

Di roja sêyemîn de endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên navçeya Girkê Legê ya girêdayî Kantona Qamişlo herikîn konê çalakiyê. Kon bi wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsa " ji sûcên Erdogan Wijdana cîhanê li ku ye, wijdanê mirovahiyê li ku ye", "Ji şerê li dijî zarokatiyê re na" û "soza me berxwedan e" hate xemilandin.

Çalakiya konvedanê di roja sêyemîn de, bi axaftina bixêrhatinê ji aliyê Rêvebera Hêzên Parastina Civakî- Jin a herêma Cizîrê Hediye Ebdullah ve dest pê kir.

Piştre Hevseroka Meclisa navçeya Girkê Legê Zilfa Bedro axivî û tê de behsa armanca tevlêbûna xwe ya konê çalakiyê kir û wiha got: "Ji zaroktiya me û heta niha em dibihîzin ku demokrasî heye, lê me ti tişt ji demokrasiya ku behsa wê dikin nedîtiye. Em li vir in ji bo peyamekê bidin we, helwesta we li hember êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kuştina zarok û jinên me li ku ye? Demokrasiya we li ku ye? Ji bo vî gelê mirovhez, gelê ku li dijî terorê şer kir helwesta xwe nîşan bidin."

Zilfa her wiha got: "Em ê piştgiriya bi hêzên xwe yên leşkerî re berdewam bikin, em xwediyê vê xakê ne ku bi xwîna xort û keçên me yên şehîd hatiye avdan in em ê dev jê bernedin. Ev gel li ser rêgezên mirovatî û exlaqî hatiye mezinkirin û ti tişt wê naşkîne. Me êrişî kesî nekir, îro bi çi mafî dagirkeriya Tirk êrişî herêmên me dike?."

Zilfa Bedro li ser helwesta civata navneteweyî ya derbarê êrişên li herêmê de got: "Dagirkeriya Tirk êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û civata navneteweyî jî li hember vê yekê bêdeng e. Ev bêdengiya wê jî tenê tiştekî nîşan dide, ku ew jî şirîkê dagirkeriya Tirkiyê ye."

Zilfayê wiha domand: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî azad û demokratîk bê cudahî di navbera pêkhateyan de dijîn û bi hev re li dijî çete û dagirkeran şer kirin. Em xwediyê vê xakê ne ku axa wê bi xwînê keç û kurên me hatiye avdan."

Hevseroka Meclisa Navçeya Girkê Legê Zilfa Bedro di dawiya axaftina xwe de bang li welatên cîhanê kir ku li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk helwesteke zelal nîşan bidin û destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe heya bidesxistina azadiyê bidomînin.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Şaredariya Navçeya Girkê Legê Salih Xelîl destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest ji axa xwe bernadin û got: "Em dest ji bostek vê axê bernadin. Em ê heta nefesa dawî li ber xwe bidin û têbikoşin."

Salih Xelîl wiha domand: "Dagirkeriya Tirk li ber çavê cîhanê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, cîhan jî li hemberî van êrişan bê helwest e. Em weke pêkhateya Ereb dest ji axa xwe bernadin û nahêlin dagirkeriya Tirk herêmên me dagir bike û em ê bi xwîna xwe û zarokên xwe parastina wan bikin."

Di dawiyê de bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku helwesta xwe ya li hember dagirkeriya Tirk zelal bike û êrişên li ser herêmê  rawestîne.

ANHA


Mijarên Din