Şêniyên Girê Spî: Herêmên me ewle ne, gelê Tirkiyê ne di ewlehiyê de ye

Şêniyên Girê Spî gotin: “Dewleta Tirk a faşîst îdea dike ku ew dixwaze ewlehiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne. Em jî dibêjin ku herêmên me ewle ne. Gelê Tirkiyê ne di ewlehiyê de ye. Bi hezaran ji gelê Tirkiyê di zindanan de ne. Bila  Tirkiyê pirsgirêkên xwe çareser bike, gelê Sûriyê dê çarenûsa xwe diyar bike."

Şêniyên kantona Girê Spî derbarê binpêkirinên  Tirkiyê yên rojan e li kantona Efrînê, gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşniyara Tirkiyê ya herêma “ewle”  ji ajansa me re axivîn. Şêniyan diyar kirin ku ew piştgiriya gelê Efrînê dikin û hemû kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê yên li herêmê şermezar dikin.

Welatiyê bi navê Mihemed Emîn got: “Efrîn a gelê wê ye û ya Sûriyê ye. Çi bibe bila bibe em dev jê bernadin û tekez dikin ku  siyaseta guhertina demografiyê ya ku niha li Efrînê pêktînin, red dikin. Hêzên QSD, YPG û YPJ’ê bê cudahî parastina hemû gel û pêkhateyan kirin. Ew jî  îdea dikin ku şêniyên herêmê terorsîtin. Em vê yekê red dikin û dibêjin ku ew terorîstin û piştgiriya terorê dikin.”

Mihemed Emîn diyar kir, dewleta faşîst îdea dike ku ew dixwaze ewlehiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne û wiha pê de çû: “Em jî dibêjin ku herêmên me ewle ne. Gelê Tirkiyê ne di ewlehiyê de ye. Bi hezaran ji gelê Tirkiyê di zindanan de ne. Bila  Tirkiyê pirsgirêkên xwe çareser bike, gelê Sûriyê dê çarenûsa xwe diyar bike."

Her wiha welatiya bi navê Eyişê Osman wiha got: "Tirkiyê bi siyaseta xwe ya qirêj li herêma Efrînê; ji kuştin, revandin û talankirina mal û milkên gelê, ferzkirina zimanê Tirkî li dibistanan û pêkanîna zagonên Osmaniyan, li ser şêniyên kantona Efrînê ferz dike. Em vê siyasetê bi hemû dirûşmeyan şermezar dikin. Em ji rêxistinên mafê mirovan û NY`ê re dibêjin ku bese bêdengî ji van siyasetan re."

Eyişê ji QSD`ê xwest ku pêngava rizgarkirina Efrînê di zûtirîn dem de destpê bike.

Şêniyê bi navê Fewaz El-Hermiyê ku ji Girê Spî ye, got: “Dagirkeriya Tirkiyê tu cudahiyê naxe navbera biçûk û mezinan de. Siyaseta ku hemû Tirk bin li kantona Efrînê dimeşîne û destwerdana karûbarê dewletên cîran dike, ev yek jî li dijî hemû zagonên navneteweyî ye.”

El-Hermiyê da zanîn ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve Tirkiyê teror ava kir, desteka wê kir û wiha got: "Gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê yek in. Piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî dikin, em bostek ji axa xwe ji dagirkeriya Tirkiyê re nahêlin."

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din