Şêniyên Girê Spî: Erdogan dixwaze me qir bike, em ê li ber xwe bidin

Şêniyên Girê Spî diyar kir ku Erdogan dixwaze qirkirina gelên li herêmê pêk bîne, ji ber vê yekê ew ê li ber xwe bidin û rêya wan berxwedan e.

Der barê gefên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberkirina şêniyên wê û bicihkirina yên din di malên wan de, şêniyên bajarê Girê Spî ji ANHA`yê re axivîn.

Şêniyê bi navê Xelîl Sidqî axivî û destnîşan kir ku ew ê parastina xaka bav û kalên xwe ku bi xwîna şehîdan hate avdan, bikin. Sidqî diyar kir ku armanca Erdogan ji êrîşên ser herêmê ew e ku zarokên wan bikuje û qirkirina wan pêk bîne.

Sidqî got ew ê di xaka xwe de li ber xwe bidin û li kêleka QSD`ê bisekinin û wiha got: "Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."

Her wiha şêniyê bi navê Feysel Ebdullah ku li ser karê xwe bû, wiha got: "Em tu carî welatê xwe bernadin, dema ku DAIŞ`ê herêm dagir kir, me stûxwarbûn û êş li Tirkiyê dît, vê carê tenê rê berxwedan e û em ê heta kesek ji me dimîne, li ber xwe bidin."

Şêniya bi navê Şemsê Mihemed Mistefa wiha got: "Em hebûna Tirkiyê û çeteyên wê li ser xaka xwe qebûl nakin, kesên niha di hembêza Erdogan de bi xwe çeteyên Tirkiyê DAIŞ`e û destê wan di rijandina xwîna gelê me de hebû."

Şemsê destnîşan kir ku 2 zarokên wê hene, yek ji wan dema derbasbûna çeteyên DAIŞ`ê di sînorê Tirkiyê li Girê Spî de şehîd bû û wiha got: "Ez amade me ku zarokê xwe yê din jî di oxira şerê li dijî Erdogan û çeteyên wê de bidim. Erdogan dixwaze me Kurdan bike. Herêma ewle û ewlehiya neteweyî ku Erdogan behsa wê dike, tenê hincetên qirkirinê ne.”

Di dawiya axaftina xwe de Şemsê wiha got: "Cîhan dibîne ku hêzên me tiştê li ser milê wan di avakirina herêma ewle de dikeve, pêk anîn. Lê Erdogan dixwaze xwîna gelê Sûriyê birijîne."

(jo)

ANHA


Mijarên Din