Şêniyên Girê Spî cenazeyê şehîd Hemze spartin axê

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyê  Demokratîk Ehmed Şêxo (Hemze) li Goristana Şehîd Mehmûd Taimê ya li gundê Tanhoze oxir kirin.

Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl, Hêzên Sûriyê  Demokratîk û Meclisa Leşkerî ya Girê Spî tev li merasîma oxirkirina cenazeyê şehîd Hemze bûn yê ku dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir. Piştre hevserokê Meclisa malbatên Şehîdan Hesen Mûş axivî û sersaxî ji malbata şehîd û hevalên wî re xwest. Her wiha soza şopandina  rêya wan ji bo parastina axa ku bi xwîna xwe rizgar kirine da.

Paşê fermendarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xemîs axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Xemîs tekez kir ku wek hêzên leşkerî ew hertim amade ne axa ku bi xwîna şehîdan rizgar bûye û gelê ku fedekarî daye  biparêzin.

Piştî wê cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Mistefa axivî û got: "Îro em di zehmetiyên mezin re li gel gefên Tirkiyê li dijî herêmên me derbas dibin. Tevî dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûra Sûriyê. Lê tekez e ku serkeftin dê para gelê ku ji bo ax û mafê xwe tê dikoşe be. Destûra ku vîna tevahiya pêkhateyên Sûriyê rave nake wê bi bin keve û em pê îtîraf nakin."

Piştî bidawîbûna axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Berxwedan Hesen wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiya merasîmê de şêniyan cenazeya şehîd Hemze di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din