Şêniyên Eyn Îsayê ji ber buhabûna madeyên xwarinê, gazinan dikin

Şêniyên navçeya Eyin Îsa ya girêdayî herêma Firatê ji ber giraniya buhayê madeyên xwarinê gazinan dikin. Komîteya Zimhêrê jî ji ber cambaziya bazirganan nikare buhayê madeyan kontrol bike.

Bi daketina buhayê lîreya Sûrî li hemberî dolarê Emerîkî, ku gihişte 700`î buhayê madeyên xwarinê bilind bûye. Ev yek jî bandora nerênî li jiyana xelkê û tevgera bazaran dike. Ji ber ku ev buhabûna ku çêdibe, li beramberî dihata aborî ya herêmê, nagunce..

Di vê derbarê de, welatiyê bi navê Ehmed Yûnis got: `` Nirx û buhayê tevahiya madeyan di bazarên navçeyê de giran in û li gel destheqên karê ku em werdigrin re nagunce. Bazirgan çi buhayê bixwazin em neçarin bidin. Ji ber ku ew madeyên wek zeyt, şekir, keskayî û hin madeyên din ên sereke ji bo me pêdiviyên jiyanî ne.”

Yûnis daxwaz kir ku Komîteya Zimhêrê ji bo kontirolkirina buhayê zêde yê madeyan, çavdêriyê tund bike..

Têkildarî heman mijarê welatiyê bi navê Mihemed El-Îsa got:``Ji her dikan û firoşgehekê tu bixwazî tiştekî bikirî, dibêje dolar li hember lîreyê Sûriyê bilind bûye, tişt jî buha bûye. Lê dema kêm dibe buhayê madeyan di cihê xwe de dimîne û danakeve.``

Xwediyên dikanên bazirganiyê yên navçeyê jî, buhabûna madeyên xwarinê vedigerînin ne aramiya buhayê lîreya Sûrî li hember dolar û dibêjin ku buhabûn ji jêderê sereke yê ku ew madeyan jê werdigrin, wek bazarên bajarê Minbic û Reqayê de ye.

Hevseroka Komîteya Zimhêrê ya Şaredariya Eyn Îsa Leyle Colo got: “Ji ber cambazî û lîstika bazirganan li ser buhayê madeyan em nikarin buhayê madeyan li navçeyê kontrol bikin û dema buhayê madeyan tê pirsîn, buhayekê didin ku ne ya difroşin welatiyan e. Komkîteya Zimhêrê di her gereke çavdêriyê li nav bazaran de, lîsteya herî dawî ya kirîna madeyan a bazirganan esas digrin û tekez kir ku bi her girlî û gazinekê re tevdigerin. Piştî lêkolînan ew cezayê ji 10 – 75 hezar L.S li mûxalîfan dibirin.”

(rr/bm)

ANHA


Mijarên Din