Şêniyên Eyn Îsayê ditirsin karesata 5 salan berê dubare bibe

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê ji ber zêdebûna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li derdora navçeyê bi fikar in û bang li civaka navnetewî û Rûsyaya garantor dikin ku fişarê li Tirkiyê bikin da ku êrişên xwe rawestîne û karesata 5 sal berê dubare nebe.

Navçeya Eyn Îsayê  ji ber cihê xwe yê girîng ê stratejîk dibe armanc. 5 sal beriya niha komên çete yên bi navê cuda navçe dagir kiribû û li dijî şêniyan kiryarên hovane pêk dianîn, lewre şênî neçar man ku ji warê xwe koçber bibin. Piştî rizgarkirinê û vegera şêniyan, dewleta Tirk û çeteyên wê êrişan pêk tînin.

Navçeya Eyn Îsayê ji aliyê rêveberiyê ve girêdayî herêma Firatê ye. Eyn Îsa 55 km dikeve bakurê bajarê Reqayê û nuqteyeke vegihanê ya girîng e, ji ber gelek bajarên bakur û rojhilatê Sûriyê bi hev ve girê dide. Navçeya Eyn Îsayê dikeve navîna bajar, bajarok û bi sedan gundan. Ya ku girîngiyeke mezintir dayê jî ew e ku rêya otostrad a Hesekê-Helebê û parêzgehên din ên Sûriyê anku rêya M4 tê re derbas dibe.

Eyn Îsa navê xwe ji "Eyn Mai" girtiye, di erebî de eyn kanî ye û mai jî av e (Meqamê Şêx Îsa yê nêzî kaniyê) Kanî di naverasta navçeyê de ye, ji ber ku eşîrên Ereb lê bi cih bûn da ku sewalên xwe av bidin.

Li navçeya Eyn Îsayê derdora hezar û 400 malbatên ji eşîrên Kurd û Ereb lê dimînin, ev eşîr: Fedan, El-bû Esaf (Hec Abid), Ceyam, Kurd û Taqat.

REWŞA NAVÇEYA EYN ÎSAYÊ BI DESTPÊKA ŞOREŞA SÛRIYÊ RE

Bi destpêka şoreşa Sûriyê ya 2011'an re, Tûgaya 93'an a girêdayî hikumeta Şamê ku li başûrê navçeyê bi cih bibû, ji şêniyan re bibû çavkaniya tirsê. Di heman demê de ji "Artêşa Azad" re bibû bingeha kontrolkirina navçeyê, gund û herêmên derdorê û cihê tûgayê. Ji ber vê yekê piraniya şêniyan neçar man ku koçber bibin, nemaze piştî  komkujiya "Stasyona Sotemaniyê" ya hêzên hikumeta Şamê bi balafiran di 20'ê Îlona 2012'an de pêk anîbû.

Piştî ku komên bi navê "Artêşa Azad" Girê Spî di Îlona 2012'an de kontrol kir û hebûna leşkerî ya Tûgaya 93 a li Eyn Îsayê û Furqeya 17'an li Reqayê sînordar ma, komên "Artêşa Azad" tûgaya navborî dorpêç kir û bêyî ku karibe wan kontrol bike, tenê depoyên genim û pembo yên li derdora navçeyê talan kirin.

Bi derketina çeteyên DAIŞ'ê û ragihandina xîlafetê li bajarê Reqayê re di sala 2013'an û kontrolkirina wan Furqeya 17'an a girêdayî hikumeta Şamê, di 25'ê Tîrmeha 2014'an de û piştî wê Tugeya 93'an, hebûna hêzên leşkerî yên hikumeta Şamê û komên çete li tevahî herêmê tune kirin.

Di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê li navçeya Eyn Îsayê ji ber kiryarên hovane yên çeteyan  şêniyên ku koçber bibûn, nexwestin vegerin warê xwe.

PIŞTÎ RIZGARKIRINÊ KOÇBER VEGERIYAN

Piştî ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) navçeya Eyn Îsayê di 23'ê Hezîrana 2016'an de ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir, projeyeke nû ya aramî û vegera şêniyan hate pêş.

QSD'ê piştî ku navçe ji bermahiyên şer paqij kir û pêwîstiyên sereke yên jiyanî mîna av û kehrebe û hwd peyda kir ji bo vegera şêniyan xebitî. Ev yek di destpêka 2017'an de bi awayekî çalakî pêk hat ku tevahî şênî piştî rêwîtiya koçberiyê ya dijwar ku 5 salan (Ji 2012'an heta 2017'an) dewam kir li warê xwe vegeriyan.

FIKAR Û BANGEWAZÎ

Ji dema dagirkirina dewleta Tirk kantona Girê Spî û gundewarê navçeya Eyn Îsayê ve di 9'ê Cotmeha 2019'an ve gundên navçeya Îsayê rojane bê ser û ber tên topbarankirin. Êriş di navîna meha borî de dijwartir bû, ku dest bi topbarankirina derdor û derwazeyên navçeyê kirin. Di encamê de gelek sivîl di nav de zarok hatin qetilkirin û birîndarkirin, her wiha tirs di nav şêniyan de çêkir.

Şêniyê bi navê Marûf Şêx Salih ê ji Eyn Îsayê  dibêje: "Şêniyên di şoreşa Sûriyê de azar kişandin, niha ji ber êrişên domdar ên Tirkiyê azaran dikişînin. Li hemberî vê yekê civaka navneteweyî û Rûsyaya garantor bêdeng e."

Mihemed Muslim diyar kir ku hêviya şêniyan bi aştî û aramî li malên xwe û li ser xaka xwe bijîn û karestên dema dagirkirina komên çete li navçeyê dubare nebe.

Şêx Salih û Muslim bang li civaka navneteweyî û Rûsyaya garantor kirin ku zextê li dewleta Tirk û çeteyên wê bikin da ku êrişên xwe yên li ser navçeyê rawestînin û trajedyaya koçberiyê dubare nebe.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 24'ê vê mehê de, li gel bi dehan topan êrişeke bejahî anîn ser derdor û ketinên navçeyê pêk anîn. Şervanên QSD'ê êriş şikandin, lê ji ber êriş tirs di nav şêniyan de çêbûn û bi dehan malbat li çolan tevî sermayê dimînin.

ANHA


Mijarên Din