Şêniyên Ermen: Armanca  tecrîdê astengkirina raperîna gelan e

Şêniyên pêkhateya Ermen ên li Kobanê gotin: “Dewleta Tirk bi rêya tecrîdê hewl dide perspektîvên Ocalan astengbikin ji bo negihin gelên herêmê. Armanca tecrîdê astengkirina raperîna gelan e.”

Dewleta Tirk tecrîdek giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Hevdîtinên parêzer û malbatê qedexe dike. Hiqûqnas teqez dikin ku tecrîd qanûnên navneteweyî girêdayî mafên dîlgirtiyan binpê dike.

Gelên herêmên Rojhilata Navîn ji tecrîdê nerazîne  bi taybet gelên bindest û yên ku ji hêsantirîn mafên xwe bê par mane. Ew gel Ocalan wek çirûska xilasiyê, rêya azadiyê û çareserkirina dozên nakok ên Rojhilata Navîn  dibînin.

Şêniyên bi navên Saykîs Kîsqir Rikyan û Xacîk Mamolyan diyar kirin ku dewleta Tirk ji ferzkirina tecrîdê armanc dike, ne tenê kesekî ji derdorê dûr bixe lê belê çînên firehtir ji gel ên ku fikrên Ocalan ji xwe re kirine bingeh û wî wek xilaseker ji xwe re dibînin.

Saykîs Kîsqir Rikyan dibêje: "Berê em di nav tarîtiyê de bûn. Lê niha rewş hate guhertin. Fikrê Ocalan rêyên me ronî kirin. Xwezî ev fikr beriya 50 salî hebûna wê demê em ê di nav xêrê de bûna. Ferzkirina tecrîdê armanc dike têkiliyên wî bi gelên herêmê re qut bike. Nahêle fikrên wî ji gel re vekirîbin. Ji bo gelên azadîxwaz negihêjin armancên xwe.”

Şêniyên bi navê Xacîk Mamolyan got: "Dewleta Tirk ji tecrîda giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan armanc dike. Li hember vejîna gelê Kurd bi taybet bisekine, projeya neteweya demokratîk bi bin bixe. Vê projeye tevahiya pêkhateyên herêmê di bin banekê de kom dike û derfetên jiyana hevpar peyda dike."

Mamolyan wiha domand: "Fikr û felsefeya Ocalan gelên herêmê bi pêş xist. Nijadpererstî tune kir, jiyanek bi rûmet û azad ji şêniyan re afirand."

Di dawiyê de Mamolyan siyaseta dewleta Tirk a dagirker li dijî Ocalan şermezar û hêvî kir ku Ocalan di demek nêz de rizgar bibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din