Şêniyên Efrînê:Em ê li dijî dagirkeriya Tirkiyê mertal bin

Şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê bicih bûne, binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin, di heman demê de jî tekez kirin ku ew ê li dijî dagirkeriyê mertal bin.

Dagirkeriya Tirkiyê hewldanên  xwe ji bo dagirkirina herêmên Kurdistanê û vegera desthilata împaratoriya Osmanî berdewam dike. Piştî kantona Efrînê dagir kir, niha jî dagirkeriya Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê heman dijminahiyê dike û civaka navdewletî jî bêdeng e.

Têkildarî mijarê şêniyên Efrînê yên li Şehbayê bicih bûne êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li gelê Kurd kirin ku yekîtiya xwe li dijî dagirkerê Tirk ê ku Kurdistan parçe kiriye ava bikin.

Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Bekir Mihemd ku ji kantona Efrînê ye û niha li kampa Berxwedan dimîne got:"Gelê Kurd di wê baweriyê de ne ku tekane rêya çareseriya aloziyê ku gelê Kurd di nava serdeman de tê re derbas dibin, yekîtiya gelê Kurd e."

Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dagirkeriya Tirkiyê êrîşî Başûrê Kurdistanê dike, ev bûyer jî kiryarên balafirên Tirkiyê der heqê zarok, ciwan û şêniyên me yên bêguneh tîne bîra mirov. Bi vê yekê dagirkeriya Tirkyê yekitiya gelê Kurd dike armanc."

Bekir Mihemd di dawiya axaftina xwe de banga yekitiyê li dijî dagirkeriya Tirkyê, kir.

Di heman mijarê welatiyê bi navê Emîn Îso got:"Dagirkeriya Tirkyê li Başûrê Kurdistanê, heman sînaryoya kantona Efrînê dubare dike û li dijî gel hemû kiryarên dermirovî pêk tîne."

Her wiha ciwanê bi navê Berxwedan Reşîd jî got: "Em li dijî rawestandina binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê û rizgarkirina Efrînê amade ne."

(eh)

ANHA


Mijarên Din