Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê: Em ê asta têkoşînê bilind bikin

Şêniyên kantona Efrînê yên di kamp û malên derwêrankirî yên li kantona Şehbayê de bi cih bûne, kiryarên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê yên li navçe û navenda Efrînê şermezar kirin. Şêniyan gotin: “Em ê heta têkçûna dagirkeriyê û vegera Efrînê li berxwe bidin û asta berxwedanê bilind bikin.”

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina Efrînê (18’ê Adara 2018’an) heya niha kiryarên dermirovî li ser şêniyên Efrînê dide meşandin. Ev salek û nîve şêniyên Efrînê dikujin, direvînin, îşkence dikin, mal û milkên şêniyan didizin û talan dikin, jîngeha Efrînê wêran dikin, şûnwarên wê didizin û demografiya wê diguherin.

Şêniyên Efrînê yên di kamp û gundên kantona Şehbayê de tevî rewşên jiyanê yên dijwar jî, tekez kirin ku ew ê heta vegera Efrînê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.

Hin şêniyên Efrînê yên ku bi zorê ji warê xwe derketine û li kantona Şehbayê bicih bûne ji ajansa me re axivîn.

Şêniyê bi navê Welat Oso yê ji gundê Qurtqulqê yê navçeya Şera got: “Em di kampan de astengiyan dikişînin. Em êşa jiyana dijwar dikişînin. Di aliyekî de havînê germa zêde ye û di aliyekî dîtir de jî zivistanê serma zêde ye. Ji wê jî zêdetir bêkarî li kantona Şehbayê heye. Rejîma Sûriyê jî ji hemû aliyan ve li ser me çember ferz kiriye."

Oso tekez kir ku ew li rex şêniyan di berxwedan û têkoşînê de bi israr in û wiha domand: "Tevî astengiyan jî em ê heta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin."

Dayika Qudret Betal a ji gundê Kefer Zêtê yê girêdayî navçeya Cindirsê, binpêkirinên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê şermezar kir.

Qudret got: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hemû tiştên li bajarê Efrînê û ji wê jî zêdetir desteserkirina milkên sivîlan, didizin û talan dikin."

Şêniya bi navê Kemîran Abdulhemîd Xilo ya ji Efrînê jî wiha axivî: “Em neçar man ji kantona Efrînê derkevin. Dagirkeriyê  koçberkirin û penaberkirina me bes nedît, li rexê bi awayekî rojane gund û navçeyên kantona Şehba yên tê de şênî hene, bi çekên giran bombebaran dike."

Xilo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hewl didin vîna şêniyên Efrînê li kantona Şehbayê bişkîne. Şênî jî li dijî hemû kiryar û binpêkirinan li ber xwe didin."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din