Şêniyên Efrînê silav li berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê kir

Efrîniyên li kantona Şehbayê nerazîbûn nîşanî dagirkeriya qeyûman a ji şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê re dan û got armanca desteserkirina şaredariyan ew e ku serkeftin û îradeya gelan bişikînin.

Desthilta AKP‘ê di 19‘ê Tebaxê de derbeyek li dijî şaredariyên bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê yên Amed, Wan û Mêrdînê pêk anî, li şûna hevşaredarên ku ji aliyê gel ve bi awayekî demokratîk hatibûn hilbijartin, qeyûm danîn.

Derbeya qeyûman a li dijî hevşaredarên Amed, Wan û Mêrdînê bi tundî  tê redkirin û şermezarkirin.

Têkildarî mijarê hejmareke şêniyên Efrînê yên li kampa Berxwedan a kantona Şehbayê dimînin, diyar kir ku Tirkiye dixwaze senaryoya Efrînê li Bakurê Kurdistanê dubare bike û serkeftinên li wir têk bibe.

Ferhad Elûş nêzîkatiyên AKP‘ê yên der heqê xelkê Bakurê Kurdistanê de şermezar kirin û ev tişt anî ziman: "Hevşaredar ji aliyê gelê Bakurê Kurdistanê ve hatine hilbijartin, nabe hikumeta Erdogan destdirêjiyê bike û bi îradeya gelan bilîze û azadiyê asteng bike."

Ferhad bang li gelê ku dengê xwe dane HDP’ê kir ku berxwedana xwe berdewam bikin.

Şêniyê bi navê Rêzan Mihemed got hikumeta AKP‘ê hewl dide li Bakurê Kurdistanê senaryoya ku beriya salekê li Efrînê pêk anîbû, dubare bike.

Rêzan silav li berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê kir û banga domandina berxwedanê heta pêkanîna armancan kir.

Şêniya bi navê Leyla Îbiş jî ji aliyê xwe ve destnîşan kir ku dewleta Tirk a banga demokrasî û aştiyê dike, berojvajî van îdiayan dike û got: "Armanca van kiryaran îmhakirina hebûna kurdî bi taybetî vîna jinan."

Leyla bang li hiqûqa mafên mirovan kir ku fişarê li AKP‘ê bike da ku kiryarên xwe yên dijber rawestîne.

Jina bi navê Letîfa Hemrûş got dewleta Tirk hewl dide binpêkirinên ku li dijî jinên Efrînê pêk anîne bi rêya kuştin, binçavkirin û astengkirina azadiya jinan dubare bikin û serkeftinên ku jinan di salên dawîn de bi dest xistine, têk bibe.

(bb)

ANHA


Mijarên Din