Şêniyên Efrînê şehîdê xwe oxir kir

Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Ehmed li goristana şehîdan a navçeya Ehresê oxir kir.

Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundrîn Mihemed El-Ehmed ji Nexweşxanaya Avrîn a navçeya Fafînê wergirt û ber bi goristana şehîdan a li navçeya Ehresê ve ketin rê. Mihemed El-Ehmed dema erka xwe ji bo parastina sivîlan pêk dianî, şehîd bûbû.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Mihemed Receb axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Mihemed Receb got rewş roj bi roj hesastir dibe lê berxwedan didome û dê heta pêkanîna armancên xwe û bidestxistina serkeftinê berxwedana xwe dewam bikin.

Mihemed Receb wiha anî ziman: "Bi saya fedakariya şehîdan cîhan behsa doza me dike."

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê endama KPC`ê Zeyneb Ebdo ve hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava dirûşman de hate oxirkirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din