Şêniyên Efrînê êrîşên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin

Efrîniyên li kantona Şehbayê dimînin nerazîbûn nîşanî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî van êrîşan dan.

Ajansa me nêrînên şêniyên Efrînê yên ku li Kampa Berxwedanê dimînin girêdayî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi tevlibûna komên çete  li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê  girt. Şêniyan diyar kirin ku ew ji dubarekirina sînaroyaya Efrînê di 20`ê Çîleyê sala borî de û pêkanîna komkujiyan der heqê şêniyan de bi firakr in.

Şêniyan bi bîr xistin ku dewleta Tirk a dagirker îdia dikir ku ew dê ewlehî bîne kantona Efrînê. Lê bi awayekî hovane bi balafiran êrîşî kantonê kir. Di encamê de bi sedan şehîd û birîndar bûn, demografiya wê guhert û şêniyên wê bi zorê da koçberkirin.

Umer Mihemed got dewleta Tirk a dagiker êrîşî kantona Efrînê kir û li du xwe bi hezaran qurban hiştin û binesaziya kantona wêran kir. Mihemed êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Demhat Seydo got: "Êrîşên Tikriyê bi tevlibûna komên çeteyên terorîst der heqê şêniyan de du rojan ve berdewam in. Artêşa Tirk a dagirker sivîlan li Bakurê Sûriyê dike hedef bi armanca ku projeya neteweya demokratîk û yekitiya gelên herêmê biçewsîne ji ber ku cîhan ji hevgirtina gelên herêmê ditirsin."

Seydo got  artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şaştiyek mezin kirin dema êrîşî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Efrînê kirin û wiha domand: "Ji ber ku ev pêvajo hate guhertin û êdî em di rewşa êrîşê de ne û ji mafê me ye em xwe biparêzin."

Jina bi navê Mizgîn Seydo êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şermzar kirin û wiha domand: "Ji sed salan ve dagirkeriya Tirk şerê civaka Kurd dike tevî çand û dîroka wî. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide demografiya Efrînê biguhere tevî ku sivîlan direvîne, dikuje, destdavêje jinan û cihên dîrokî yên Efrînê wêran dike."

Mizgîn di dawiyê de bêdengiya rêxistinên navdewletî li hember dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Dayîka Merûş Kilkawî bang li rêxisinên navdewletî, civaka navdewletî û tevahiya cîhanê kir ku êrîşa li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û sînaroyaya Efrînê li Bakurê Sûriyê dubare nekin. Merûş teqez kir ku Erdogan şerê herêmê li ser dirêjahiya xeta sînorên Sûriyê dike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din