Şêniyên Efrînê ji ber komkujiyeke din a li ser gelê Şengalê bi fikar e

Şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin, tevgerên artêşa hikumeta Iraqê li ser sînorê Şengalê şermezar kirin û ew tevger wek xetereyeke nû ya komkujiya li ser êzidiyan bi nav kir.

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûna xwe ji tevgera artêşa Iraqê ku bi hezaran leşker ji bo dorpêçkirina Şengalê bi rê kir, anî ziman.

Şêniyên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne, redkirina xwe ji van tevgeran re dan zanîn û piştrast kir ku armanca van tevgeran ew e ku gelê êzidî tune bikin.

Welatiya bi navê Nediye Oso destnîşan kir ku dewleta Tirk û hikumeta Iraqê hewal didin ku komkujiyeke nû li ser gelê êzidî li Şengalê pêk bîne. Nediye da xuyakirin ku şandina bi hezaran leşkerên Iraqê bo dorpêçkirina Şengalê armanc dike ku Rêveberiya Xweser a ku gelên Şengalê ava kirî, tune bikin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/11/26/090356_-1600x1200.jpg

Nadiye Oso diyar kir ku gelê Şengalê di gelek komkujiyan re derbas bû, êzidî koçber bûne, jinên wan hatin revandin û li sûkan hatin firotin. Nediye Oso wiha domand: "Mafê me jî wek gelên cîhanê heye ku bijîn û me li dijî tu kesî şaşî nekirine."

Welîd Resol têkildarî vê mijarê got: "Duh me nûçeyek nexweş der barê Şengalê de bihîst, dema ku DAIŞ'ê di sala 2014'an êrişî Şengalê kirî me tu hikumet nedîtin ku piştgiriya gelê êzidî kir. Ji ber vê yekê jî em wek gelê Efrînê piştgiriya gelê Şengalê dikin û van tevgeran şermezar dikin."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/11/26/090422_-1600x1200_2.jpg

Hacer Silêman got hikumeta Iraqê dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir, Şengal firot. Hacer Silêman di berdewama axaftina xwe de got: "Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) peymanan bi dijminên gelê kurd re îmze dike. Bila dijminên Kurd bizanin ku em ne wekî berê ne, em baş armancên wan dizanin û divê PDK piştgiriya gelê Kurd bike, ne dijminên wan."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/11/26/090637_-1600x1200.jpg

Welatiya bi navê Zekiye Mihemed der barê heman mijarê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk hewal dide ku gelê êzidî tune bike û bi taybet jinan, ji ber vê yekê jî piştgiriyê didin jinên êzidî û rê nadin dewleta Tirk ku armancên xwe li ser hesaba gelê êzidî pêk bîne.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/11/26/090443_-1600x1200_1.jpg

Fadil Qasim got: "Em peymana ku li dijî Şengalê tê meşandin, bi şandina hezaran leşkerên Iraqê bo Şengalê, em şermezar dikin. Dewleta Tirk û hikumeta Iraqê bi armanca tunekirina gelê Şengalê û domandina komkujiyên li ser wan, îxaneteke mezin li wan dikin."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/11/26/090531_-1600x1200.jpg

(dm)

ANHA


Mijarên Din