Şêniyên Efrînê hişyariya dûbarebûna sînaryoya Efrînê dan

Şêniyên Efrînê hişyariya dûbarebûna sînaryoya Efrînê li herêmên din Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan û bang li civaka navdewletî kirin ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker rawestînin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di Çileya 2018‘an de bi çekên giran êrîşên hovane birin ser kantona Efrînê û di 18‘ê Adara heman salê de kanton dagir kirin. Li kantonê der heqê sivîlan de kirinên der mirovî ji revandin, kuştin, talankirinê û hwd ji aliyê hêzên dagirker ve pêk tên.

Artêşa dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin, li hemberî van êrîşan jî berxwedana gel tê meşandin.

Êrîşên ku ev du roj in bê navber li ser herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê têne kirin, heman êrîş û komkujiyên ku li Efrînê hatine kirin tîne bîra mirov.

Şêniyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin bang li civaka navdewletî kirin ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestinin û hişyariya dûbarebûna sînaryoya komkujiyên Efrînê li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan.

Şêniyê bi navê Reşîd Mihemed destnîşan kir ku bajarê Efrînê di dirêjahiya aloziyê de ya herî ewle bû, lê Erdogan hemû herêmên ewle bi taybet ên kurdan dike hedef û wiha domand: "Em niha encamên kiryarên qaşo bi navê ewle ji kuştin û revandina sivîlan û talankirina milkan li Efrînê dibînin. Çawa  ev kiryar li Efrînê kirin hewl dide sînaryoyên wan bûyeran li Bakur û Rojilatê Sûriyê dûbar bikin."

Şêniya bi navê Henîfa Elî bang li rêxistinên mafên mirovan ên navdewletî kir li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne û got: "Binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê ne bes in, niha hewl dide li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûbare bikin."

Ji aliyê xwe ve şêniya bi navê Ancela Reşo îşaret bi êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê û ev tişt anî ziman: "Sivîl kirin hedef, hejmara kuştiyan derket 400 kes û birîndar jî hezar kes di nav de jin û zarok hebû."

Ancela hişyariya dûbarebûna komkujiyên li Efrînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

Şêniyê binavê Îsrafîl Mustefa diyar kir ku dîrok dewleta Tirk bi dagirkirina dewletên cîranê dirêj, êrîşên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tiştekî ne nû ye, lê berdewama vê dîrokê ye.

Îsrafîl got, êrîşên Tirkiyê li dijî qanûnên navdewletî ne.

ANHA


Mijarên Din