Şêniyên Efrînê: Ferzkirina tecrîdê xitimandina çareseriya krîza li Rojhilata Navîn e

Şêniyên herêma Efrînê yên ji ber êrişên qirkirinê yên dagirkeriya dewleta Tirk koçberî Şehbayê bûne, tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got "Ferzkirina tecrîdê yek ji hewldanên xitimandina rêya çareserkirina krîza li Rojhilata Navîn e."

Hevserokê Şaredariya Gel a herêma Efrînê Fayiq Ehmed siyaseta dewleta Tirk a li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Ehmed anî ziman ku armanc ji tecrîdê şikandina vîna gelê Kurd û têkbirina projeya neteweya demokratîk e ku hemû pêkhateyan hembêz dike.

Ehmed bi domdarî got: "Berdewama tecrîdkirina Ocalan yek ji hewldanên xitimandina rêya bidawîkirina nakokiyan li Rojhilata Navîn û hiştina bêaramiyê di navbera gelên herêmê de ye. Ocalan bi projeya neteweya demokratîk a ku pêşkêş kiriye, banga çareserkirina krîza li Rojhilata Navîn dike. Lê dewletên ku hegemonyaya xwe li Rojhilata Navîn ferz kiriye, projeya Ocalan red dikin da ku projeyên xwe yên mêtingeriyê bidomînin."

Endamê meclisa navçeya Ehdasê Heyder Reşîd  bi bîr xist ku dewleta Tirk bi alîkariya dewletên hegemon hewl dide bi fezkirina tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan, hebûna Kurdan tune bike.

Reşîd bang li gelê Kurd û pêkhateyên li Kurdistanê kir ku berxwedana xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk mezin bikin ta tecrîdkirina li diîj Ocalan were rakirin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şadiya Îbrahîm anî ziman ku tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan vîna gelê kurd naşikîne û got: "Em jinên Efrînê, em ê erka dikeve ser milê xwe bi cih bînin, têkoşîna xwe di hemû qadan de mezin bikin. Destpêkê em tecrîda li ser rêber Ocalan bişikînin. Tevî şertên koçberiyê em her tim dibêjin em ji mirinê jiyanê diafirînin."

ANHA


Mijarên Din