Şêniyên Efrînê: Divê dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê derkeve

Şêniyên herêma Efrînê yên li navçeya Ehdasê bi cih bûne, meşeke şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist. Şêniyan ji rêxistinên navdewletî xwest ku dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê derxin.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê yên ji neçarî koçberî kantona Şehbayê bûne, herikîn têketina navçeya Ehdas da ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakurê Sûriyê şermezar bikin.

Meş ji pêş stasyona trênê ya li navçeya Ehdasê bi rakirina wêneyên birîndar, şehîd û pankartên "Berxwedana Rojava nûnertiya yekitiya Sûriyê dike û na ji dagirkirina Osmanî ya nû re" dest pê kir.

Meşvan li tevahî kolanên sereke û şaxî di nava dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê de gerîn û berê xwe da parka giştî. Her wiha meşvanan bang li derxistina dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê kir.

Li paraka giştî meş vegerî mîtîngê û deqeyekê rêz hate girtin. Piştre bi navê Meclisa navçeya Ehdas rêveber Şêx Murad axivî. Şêx Murad wiha got: "Serkeftinên ku di şoreşa Rojavayê pêk hatine bi saya kedên şehîdan in. Lê hêzên derve hewl da van destkeftiyên ku hêzên QSD’ê bi dest xistine û ji ber tevahî cîhanê ve şerê terorê kiriye, biçewisîne."

Murad got, hêzên derve yên mêtînger hewl dide fîtneyan têxe navbera gel û pêkhateyên li Rojava û vîna gelên li herêmê têk bibe.

Murad îşaret pê kir ku merheleya ku tê re derbas dibin, pêvajoyeke dîrokî ye. Nîşaneya herî mezin jî berxwedana me li Efrîna dagirkirî ya ku 58 rojan li hember 2’yemîn hêza NATO’yê ya artêşa dewleta Tirk a dagirker, li ber xwe daye.

Piştî axaftina Şêx Murad, daxuyanî bi navê Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya herêma Efrînê bi zimanên kurdî û erebî ji hêla xwendekar Zêneb Lolo û Xelîl Mûsa ve hat xwendin.

Daxuyaniya KPC-D’ê ya herêma Efrînê wiha ye:

“Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker tevahî qanûnên navdewletî derbas kirine. Dijminatiya wê ya faşîst li dijî gel, zarok, bi taybet gel û zarokên Kurd berdewam e.

Di van demên dawîn de dewleta Tirk çekên qedexekirî ya bi navê fosfora spî di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi kar anîn.

Tevî bikaranîna dewleta Tirk tevahî cureyên çekan û heta yên qedexekirî li dijî gel, nikare û neyê bikare vîna gel têk bibe.

Bi navê zarokên Berxwedana Serdemê êrişên hovane yên dewleta Osmanî şermezar û lanet dikin. Di vê payîzê de zarokên cîhanê tevahî li dibistanan in û jiyana xwe ya xwezayî didomînin. Lê belê zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êş û azarên şer dikişînin. Rojane di bombebaranên balafirên dewleta Tirk re derbas dibin. Nikarin biçin dibistan û xwendina xwe berdewam bikin. Nimûneya vê jî zarokên Efrînê yên ji dibistanên xwe ji ber dagirkirina dewleta Tirk a Efrînê, koç bûn û ji mafên xwendinê mehrûm bûn. Nêzî 5 hezar xwendekar neçarî dûrketina dibistanên xwe ne û koçî cihên derdor bûne. Her wiha jî dûrî çanda xwe ne û di kuştin û bombebarana kîmyawî ya dewleta Tirk re derbas dibin.

Tu qanûn li cîhanê piştevanî yan jî alîgirê kuştina mafên zarokan di jiyanê de dike, hene?

Tu qanûn alîgirê dike ku çekên qedexekirî li dijî zarokan bên bikaranîn û xewnên wan ên zarokatiyê bên dizîn?

Bi navê zarokên Berxwedana Serdemê bang li tevahî zarokên cîhanê dikin ku dengê xwe tev li yê me bikin. Her wiha jî bang li saziyên hiqûqî û mirovî dikin ku kiryarên dijminê faşîst rawestînin û bang li cîhanê dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û daxwaza lêpirsîna êrişkarê nirxên mirovahiyê bikin."

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din