​​​​​​​Şêniyên Efrînê: Civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe şirîkê sûcên Tirkiyê ye

Şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrişên dagirkeriyê koçber bûne, bêdengiya civaka navneteweyî ya der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li kantona Efrînê ya dagirkirî de şermezar kirin û gotin: "Bi bêdengiya xwe şirîkên sûcan in."

Ji 3 salan ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tevahî cureyên hovîtiyê li dijî şêniyên Efrînê yê dagirkirî bi kar tînin. Di hefteya borî de jî çeteyên bi navê Firqet Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk ji gundê Kîmarê yê girêdayî Şêrawa li dijî 3 şêniyên bi navên Hemo Cengîz Necar (14), Abdurehman Hemo (70) û Mesûd Mecîd Hemo (30) di lingê xwe de birîndar bûye, sûc pêk anîn.

Şêniyên Efrînê yên koçberî katnona Şehbayê bûne, sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî pêk tînin, şermezar kirin.

Girêdayî mijarê, Abdîn Hemo wiha got: "Ji çend salan ve em li kampan bi hêviya vegera li Efrînê li ber xwe didin."

 ‘DESTÊ TEVAHÎ DEWLETAN DI DAGIRKIRINA EFRÎN Û SÛCÊN DE HEYE’

Hemo da zanîn ku civaka navneteweyî berpirsê dagirkirina Efrîn û sûcên li dijî şêniyên resen e û wiha domand: "Em dizanin ku destê tevahî dewletan di dagirkirina Efrîn û sûcên li dijî şêniyan de heye, mîna qetilkirin, dizîn û tevahî cureyên tundiyê."

Hemo wiha axivî: "Ka mirovahiya ku dihêle zarokeke 14 salî bi 40 guleyan were qetilkirin? Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker şêniyên Efrînê ji bo dizîna milkên wan qetil dikin, her wiha êrişan pêk tînin, da ku şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê jî koçber bibin."

Esûm Îsmaîl behsa sûcên dewleta Tirk a dagirker kir û wiha diyar kir: "Bi sedema hovîtiya dewleta Tirk a dagirker em ji Efrînê koçber bûn, heta mezin, jin û zarokên li Efrînê mane, da ku milk û çanda xwe biparêzin jî di tundî û qetilkirinê re derbas dibin. Çi gunehê kalemêrê 70 salî bû ku were qetilkirin. Lê tevahî dewletên cîhanê bêdeng e, ka wijdana mirovahiyê? Heta goristanên şehîdan jî ne dest wan derbas nebû."

Li aliyekî din jî Rustem Ebdo wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên li kantona Efrînê ya dagirkirî yên li ber xwe didin, qetil dikin, bi wan sûcan dixwazin çanda me têk bibin. Em nahêlin ew gelê Kurd qir bikin û dê heta vegera li Efrînê li ber xwe bidin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din