​​​​​​​Şêniyên Efrînê banga rakirina tecrîdê kirin

Şêniyên Efrînê bang li rêxistinên mirovî û navnetewî kirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bixebitin û gotin: “Em ji ber Koronayê li ser rewşa girtiyan bi fikarin.”

Ji ber ku Koronavîrûs bi lez li Tirkiyê belav dibe, xeteriyek mezin li ser girtiyan heye. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga rakirina tecîrda li ser Rêber Abdullah Ocalan dikin.

Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê bang li rêxistinên navnetewî dikin ku ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bixebitin.

Jina bi navê Şadiya Henan anî ziman ku Koronavîrus gefê li mirovahiyê dixwe û îşaret bi xeteriya belavbûnê wê di girtîgehên Tirkiyê de kir.

Şadiya bang li rêxistinên navnetewî yên têkildarî mafên mirovan kir ku destûr bidin ku parêzer û bijîşkan da ku hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bînin û rewşa wî ya tenduristî eşkere bikin.

Sariya Henan jî got, herî zêde girtîgeh bi xeteriya Koronayê  re rû bi rû ne û  bang li NY‘yê kir ku rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan eşkere bike.

Mihemed Henan jî destnîşan kir ku desthilatdariya Tirkiyê tecrîdeke girankirî li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û got: "Rêber Abdullah Ocalan rêberê tevahî gelan e, ji ber ku banga biratiya gelan û xurtkirina demokrasiyê li cîhanê dike."

Henan her wiha diyar kir ku girtina Rêber Ocalan rê li ber belavkirina fikirê wê nabe asteng û bang li aliyên navnetewî kir ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan rake.

ANHA


Mijarên Din