Şêniyên Efrînê 2 şehîd oxir kirin

Şêniyên herêma Efrînê cenazeyên her du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Mihemed Îbiş û Gênco Mihemed Şebabo oxir kirin.

Her du şehîd li kantona Şehbayê dema erka xwe ya nîştimanî di parastina sivîlan de pêk dianî, şehîd bûn. Cenazeyên her du şehîdan ji aliyê şêniyan ve ji Nexweşxanaya Avrîn a li navçeya Fafînê hatin wergirtin û bi dirûşmên silavkirina şehîdan û silavkirina Berxwedana Serdemê ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Ehmed axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest. Xelîl Ehmed soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina axê û serkeftinê da.

Paşê wesîqetên şehadeta her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbata wan hat kirin. Di dawiyê de cenazeyên her du şehîdan di nava tilîlî û dirûşman de spartin axê.

(bx)

ANHA


Mijarên Din