Şêniyên Dêrikê şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin

Bi hezaran şêniyên bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat li Dêrikê oxir kirin.

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê berê xwe da Nexweşxaneya Şehîd Hogir a li Dêrikê da ku cenazeyê şehîd Boyî Tabî (Tîrêz Rojhilat), Ebdellah El-Ewêd (Şiyar Zagros), Mihemed Korman (Dilgeş Dozhat), Mihened El-Hasûd (Dilşêr Qamişlo), endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû Şivan Elîko û cenazeyê dayika Eqîde Osman ku li Serêkaniyê di encama komkujiya li ser sivîlan de şehîd bû, wergirtin û bi karwanekî mezin berê xwe da Goristana Şehîd Xebat Dêrikê.

Di merasîmê de nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, nûnerên eşîran û oldar û bi hezaran şêniyên bajar û bajarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû pêkhateyan hazir bûn.

Şêniyan wêneyên şehîdan, sembol û alên QSD, YPJ û YPG’ê hildan.

Hevserokê Desteya Hundirîn Kenan Berekat li goristanê bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê axivî û wiha got: "Malbatên Şehîdan ên ku destanên lehengiyê di Berxwedana Rûmetê de nivîsandin, ji ber bajarê Serêkaniyê li pêşiya Osmaniyên nû sekinîn, vî bajarî xwe radestî Erdogan nekir. Ev yek di encama berxwedana mezin û piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku li kêleka hêzên xwe sekinîn, pêk hat."

Bi navê Kongreya Star endama rêveberiyê Perwîn Yûsif axivî û bal kişand ser têkoşîna ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin û wiha got: "Mînakên mîna şehîd Hevrîn Xelef ku her tim erka li ser milê xwe pêk dianî û dayika Eqîde ku bû mînaka jinên azad."

Şêniyan li dengê dayika Eqîde dema ku berê xwe dida Serêkaniyê beriya çend kêliyan ji şehadeta wê guhdar kir. Paşê nasnameyên şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Bi navê Malbatên Şehîdan Ibrahîm El-Hasûd ku bavê şehîd Mihened El-Hasûd e, wiha got: "Ê ku îdia dikin DAIŞ`ê bi dawî bûye, ne rast e. Ji ber ku DAIŞ bi desteka dagirkeriya Tirkiyê û Erdogan dubare dibe. Em malbatên şehîdan soz didin hêz û şehîdên xwe ku em ê li ser rêya şehîdan bimeşin û Berxwedana Rûmetê bi ser bixin."

Roza Mistefa keça şehîd Eqîde Osman jî axivî û got: "Hêviya dayika min ku bibe şehîdek li ser vê axa pîroz. Em soz didin em ê rêya wê bidomînin, wê fikr û felsefeya rêber Ocalan di mêjî û zarokên xwe de çandin, ji ber vê em soz didin em ê rêya wê bişopînin."

Di dawiya merasîman de, di nav tilîliyên dayikan de şehîd spartin goristana şehîd Xebat Dêrik.

(jo)

ANHA


Mijarên Din