Şêniyên Dêrikê şehîd Osama oxir kirin

Şêniyên Dêrikê û navçeyên wê cenazayê şehîd Osama El-Abdullah li Goristana Şehîd Xebat oxir kirin.

Îro şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê cenazeyê şehîd Osama El-Abdullah endamê Hêzên Erka Xweparastinê yê ku li Dêrazorê dema erka xwe leşkerî pêk dianî şehîd bûbû oxir kir.

Girseya gel piştî wergirtina cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Dêrikê bi kerwanek wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat ve ketin rê.

Li goristanê hevalên şehîd, cenazeyê şehîd Osama rakirin ser milên xwe û danîn ser dike.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. piştre şêwirmendê Desteya Paratinê ya Hêzên Xweparastinê Salm Îbrahîm axivî û got: "Em sersaxî ji malbatên şehîdan re dixwazin. Şehîdan li hember êrişên dagirkera Tirk wek bendek asê sekinîn û rûmet û azadiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastin. "

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Sahib Osman axivî û got: "Xwîna ciwanên gelên herêmê li eniyên parastina ewlehiya vî welatî û gelî têkil hev bûn."

Osman wiha domand: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê rêya biratiya gelan û jiyana hevbeş heta pêkanîna serkeftin û jiyana bi azad û rûmet berdewam bikin."

Piştî bidawîbûna axaftinan, Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Malbata şehîd destnîşan kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e.

Piştre hevalên şehîd, cenazeyê şehîd di nav tiliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din