Şêniyên Dêrikê: Na ji gefên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên me re

Bi hezaran şêniyên Dêrikê gefên dewleta Tirk ên êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê ji hemû pêkhateyan herikîn Qada Azadî ya bajêr, da ku dijî gefên dewleta Tirk bimeşin.

Di meşê de partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, şêniyên herêmê ji hemû pêkhate û olan beşdar bûn. Meşî ji Qada Azadî dest pê kir û di sûka navendî û kolanên sereke re geriya.

Şêniyan wêneyên şehîdan û zarokên qurbaniyên şerê DAIŞ`ê û dagirkeriya Tirkiyê hildan û dirûşmên "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re, bijî berxwedana QSD’ê" berz kirin.

Hevserokê meclisa navçeya Dêrikê Sahêb Osman piştî meşê axivî û wiha got: "Na ji faşîsma Tirkiyê û çeteyên wê re. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gefên Tirkiyê re bê deng namînin, ji ber ku di tunekirina DAIŞ`ê û komên çeteyan de bi hezaran şehîd dan."

Osman wiha domand: "Dîroka dagirkeriya Tirkiyê bi hovîtiya xwe zelal e, divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê refên xwe bikin yek, têkoşîna xwe li dijî van gefên Tirkiyê bilind bikin."

Paşê endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Şûkrî Hemo axivî û got: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rihekî bilind li ser sînor li dijî dagirkeriya Tirk û gefên wê li qadan bi hev re disekinin. Divê hemû gel, pêkhate û partiyên siyasî li pişt hev bisekinin û heta serkeftinê li ber xwe bidin."

Di dawiya axaftina xwe de Şûkrî Hemo bang li hemû rêxistin, partiyên siyasî û gelên Bakur û Rojhilat Sûriyê kir ku refên xwe bikin yek û wiha got: "Wekî em li Kobanê bi ser ketin, em ê di vî şerî de jî bi ser bikevin."

Meş bi dirûşman bi dawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din