Şêniyên Dêrikê cenazeyê şehîd Elaa Abdulehed spart axê

Bi dehan şêniyên Dêrikê cenazeyê şervanê hêzên Meclisa Suryan a leşkerî Elaa Abdulehed li Goristana Suran a li Dêrikê spart axê. Abdulehed di encama nexweşiyekê de li nexweşxaneyeke Silêmaniyê şehîd bûbû.

Bi dehan şêniyên Dêrikê li pêş mala şehîd Elaa Abdulehed (Melekî) kom bûn ku cenaze wergirin. Her wiha şêniyan li gel tilîliyên dayikan û dirûşmên silavkirina şehîdan berê xwe da dêra Mardodo.

Tevî awazên tîma muzîkê ya suryanî ya taybetiya El-Qedas şêniyan berê xwe da Goristana Suryan a li Dêrikê.

Piştî merasîmê şêniyan cenazeyê şervanê hêzên Meclisa Suryan a Leşkerî Elaa Abdulehed veşart.

(fr)

ANHA


Mijarên Din