Şêniyên Dêrikê alîkariyan ji koçberan re kom dikin

Hemleya komkirina alîkariyan a ji bo koçberên Serêkaniyê û Girê Spî a ji aliyê Meclîsa Navçeya Dêrikê ve hatiye destpêkirin, berdewam e.

Meclîsa Navçeya Dêrikê konê komkirina alîkariyan ji bo koçberên Serêkaniyê û Girê Spî vedaye.

Şênî berî didin konê alîkariyê û navenda meclisa navçeyê û alîkariyan didin.

Gelek sazî û rêxistinên xêrxwaziyê jî wek Komeleya Selam a Xêrxwaziyê ya ser bi Kongreya Îslama Demokratîk jî, alîkarî pêşkêş kirin.

Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk Şêx Sînan Ehmed got ku`` Şênî erkên xwe ya ji bo koçberan pêk anîn, komeleya El-Selam a xêrxwaziyê û mizgeftên Dirêkê li gorî derfetên heyî alîkariyên pêwîst ji koçberan re pêşkêş kirin.``

Hemleya komkirina alîkariyan, hîna berdewam dike.

(rr)

ANHA


Mijarên Din