Şêniyên Dirbêsiyê û Til Temirê cejna xwe li konê mertalên zindî pîroz kirin

Sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û Til Temirê roja yekemîn a cejna qurbanê li konê mertalên zindî ser sînorê Serêkaniyê derbas dikin û teqez kirin ku ew ê di rêya berxwedanê de bimeşin.

 Di berdewama gefên dewleta Tirk a dagirker, berxwedana ser sînorê bajarê Serêkaniyê di roja 4 de didome, şêniyên navçeya Dirbêsiyê û Til Temirê cejna xwe li kon pîroz dikin.

Di roja 4`an de, Endama Koordînasyona Kongreya Star Fûza Yûsif, Endama rêveberiya Koordînasyona Kongreya Star Asya Ebdullah, Hevserokê Meclisa Rêveber a Cizîrê Telet Yûnis û nûnerên MSD`ê amade bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê Hevserokê Meclisa Rêveber ê Cizîrê Telet Yûnis axivî û cejna li çalakvanan pîroz kir û spasiya xwe ji berxwedana ku şênî dijî dagirkeriya Tirkiyê dikin, anî ziman.

Yûnis wiha got: "Gelê ku bi xwînê xaka xwe av da dev ji xaka xwe bernade ku bê dagirkirin, berxwedana ku gel nîşan dide mînaka herî mezin e, nameya me ji Erdogan û her kesê hewl dide derbeyê li destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixe ew e ku em dev ji xaka xwe bernadin û em ê bi hemû rêyan liber xwe bidin."

Her wiha Yûnis da xuya kirin ku tevî derfetên kêm dikaribûn Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin û teqez kir ku projeya wan serkeftinên mezin di hemû qadan de pêk anî û ev serketin pir aciziya Tirkiyê tîne ji ber vê yekê gefên êrîşan dixwe.

Hevserokê Meclias Rêveber Telet Yûnis bang li hemû hêzên navneteweyî kir ku li pêşiya gefên Tirkiyê bisekinin.

Her wiha bi navê Meclias Sûriya Demokratîk Edlê Misto axivî û wiha got: "Bê xwestin em ê heta dawiyê di vê çalakiya xwe dewam bikin û xaka xwe biparêzin, bila Erdogan û hevkarên wî bizanin ku nikare îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişkîne."

Tê payîn ku sibê şêniyên Hesekê, Hol û Şedadê li konê mertalên zindî dewr bigirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din