Şêniyên Dirbêsiyê tev li çalakiya mertalên zindî ya Serêkaniyê bûn

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê berê xwe da navçeya Serêkaniyê da ku beşdarî konê mertalên zindî yê ku li ser sînor hatiye vedan ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev 3 roj e şêniyên Serêkaniyê konê mertalên zindî li ser sînor vedaye. Di bin kon de li kêleka şêniyên Serêkaniyê, şêniyên navçeya Dirbêsiyê jî dewrê digirin.

Şênî li pêşiya geraca navçeyê kom bûn û bi dehan erebeyan berê xwe da navçeya Serêkaniyê da ku beşdarî konê çalakiyê bibin.

Welatiya bi navê Nûra Mihemed wiha got: "Em îro berê xwe didin navçeya Serêkaniyê da ku em ji dewleta Tirk a dagirker re bibêjin em mertalên zindî li pêşiya hemû cureyên êrîşan disekinin û tekez dikin em ê li pêşiya Erdogan li ber xwe bidin û nehêlin xaka me dagir bikin."

Her wiha welatiyê bi navê Cemîl Elî gefên Tirkiyê şermezar kirin û wiha got: "Piştî serkeftinên ku hêzên me pêk anîn, gefên dagirkeriya Tirk ji herêmên me re zêde bûn, bi rêya gefên xwe armanc dike ewlehiya herêmên me têk bibe. Lê em wek pêkhateyên herêmê, nahêlin Erdogan bigihîje armanca xwe."

ANHA


Mijarên Din